Ji tekoşîna Sara ber bi şoreşa jinê ve: Ev sedsal ya me ye
Sakîne Cansiz a ku her jiyana wê wek lehiyê diherikî û li çavkaniya wê girêdayî ma, îro li Rojava bi Şoreşa Jinê re tê jiyîn. Di heman demê de erka jinê ye ku fêm bike çima divê Rojava were parastin.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, “Ji bo min wateya şoreşê; civaka ehlaqî, polîtîk û demokratîk a ku sîstema şaristaniyê her tim di çarçove û sepana wê de teng kiriye, van taybetmendiyan ji nû ve bi dest bixe û bi awayekî pêşketîtir bi dest bixe." Dema ku modernîteya Kapîtalîst hegemonyaya xwe ragihand, li dijî vêya civak bi hemû hêza xwe têdikoşiyan û mohra xwe li serdema xwe dan. Di vê serdemê de gelê Kurd ku navê xwe bi tîpên mezin nivîsandin, bi Şoreşa Rojava ku tekane şoreşa sedsala 21’emîn e karibû ji dinyayê re bîbe mînak. Dema ku Şoreşa Rojava têkiliyeke ku serdemê derbas dikir pêşkêş kir, bi paradîgmaya ku xwe xwedî dike derket holê. Ev şoreş ne 'pêngavek' ku di rojek de bipêşketiye, berhema têkoşîn û berxwedaneke bi salan e. Di rûpelên vê veguhertin û guherînê de navên gelek jinan di lîsteya 'nayên jibîrkirin’ de cih girtin, hene. Yek ji van navan jî Sakîne Cansiz e.
‘Çîroka Sakîne çîroka me hemûyan e’
Di 9'ê Çileya 2013'an de gelek qenalên televîzyonê qetilkirina Sakîne Cansiz wek nûçeyeke lezgîn ragihandin. Sakîne Cansiz kulîlka berxwedanê bû ku li axa Kurdistanê ji dayik bû û ji bo van xakan têkoşiya. Ev kulîlka ku her ku diçe bi hemû rengên xwe hêzê dide, di heman demê de yek ji mînakên zindî bû ku çawa tevî her tiştî nediçilmisî û şîn nedibû. Nagîhan Akarsel ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin ji bo Sakîne Cansiz wiha gotibû: “
“Ya sade, kûr e. Hîsa jiyanê dide. Banga ji bo fikirînek bi coş, giyaniyek zelal dike. Ji ber ku ya sade, doktrîna jiyanê û diyalektîka bûyînê ye. Hebûn e. Rêwîtiya di demê de ya bi pêjnan a di diyalektîka kêlî-wate-fêmkirinê de ye, avakirina jiyanê ye. Yên ku jiyanê rast ava kirine, yê ku wateya kiryara ‘bûyînê’ herî baş dizanin. Ji ber ku kêliyê bi doktrîna azadiyê dihûnin, di lêgerîna fêmkirina gerdûnê de tomar dikin. Tenê metirsiya wan, bûyîna di paradîgmaya dil û aqil de ye… Çîroka Sakîne Cansîz (hevala Sara) jî wisa ye. Pir sade… bi coş, safiye… ewqas jî serhildêr, esîl û bi şer e… di diyalektîka jiyanê de bi giştî fêrbûna azadiyê ye. Çîroka ax, jin, bawerî û kedê ye. Çîroka şoreşgerekî sade ku li çareseriya nakokiya zayend, çîn, netewe û baweriyê digere... Ji ber vê yekê nivîsandina wê tê wateya nivîsandina nasnameyên bindest û berxwedana wan. Ji ber ku çîroka Sakîne çîroka mirovekî ji koka xwe dûrketî ye û li ser koka xwe mezin dibe, hêrsa xaka ku hatiye hilweşandin, hêza watedar a li axê jidayik bûye û bi eslê xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku Sakîne bû eva xwe, jiyana wê jiyana me hemûyan e.”
Xwestin komkujiyê veşêrin
Sakîne Cansiz a ku jiyana wê mîna çem diherikî, her tim bi çavkaniya xwe ve girêdayî ma, hê di zarokatiya xwe de bû xwedî azweriya azadiyê. Sal, zextên li ser li Zindana Amedê, îşkenceyên Esad Oktay, nekarî wê ji rêya wê dûr bixin. Di 9’ê Çileya sala 2013’an de li Bûroya Enformasyona Kurdistanê ku li Parîsê ye, bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hat qetilkirin. Piştî qetilkirinê kujerê bi navê Omer Guney hat girtin. Fransayê derbarê vê mijarê de xebatek kûr nemeşand. Bi vê yekê re jî komkujî êdî mîna kuştinek ji rêzê hat dîtin. Her wiha rastiya MÎT’ê ya di komkujiyê de, bi şeklek eşkere derket holê. Bi hevkariya dewleta Tirk û Fransayê hat xwestin ku ser komkujiyê bê girtin. Ev komkujî, di pêvajoya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin dihat kirin de, hat pêkanîn. Bi qetilkirina her sê jinan, armanc, bidawîkirina bi Abdullah Ocalan re bû.
‘Sakîne Cansiz aştiyê temsîl dikir’
Abdullah Ocalan, diyar kir ku ev suîkast li hemberî wî hatiye kirin, bi Sakîne Cansiz re tevgera têkoşîna azadiya jinê hatiye hedefgirtin û wiha got: “Bi navê çareseriyê her tiştî sabote kirin. Bûyera Sakîne di hişê min de gumanên mezin ava kirin. Sakîne li Ewropayê aştiyê temsîl dikir. Komkujî hê jî nehatiye ronîkirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji vê rojê şûnde hişyarî dabû û gotibû “dibe ku pêşeng bibin hedef.”
Haveyna şoreşê
Sakîne Cansiz wek ku Abdullah Ocalan jî diyar kiribû aştiyê temsîl dikir. Çavkaniya wê jî diyar bû. Şoreşa Rojava ku îro xwe bi heman çavkaniyê xwedî dike, dibe hedefê êrîşan. Ji roja qetilkirina Sakîne Cansiz heya îro şoreş bi heman destan tê hedefgirtin. Şoreşa Rojava ku bi Şoreşa Jinê tê naskirin, bi awayek rasthatinî bipêş neket. Jinan li dijî zextên rejîma Sûriyê û çeteyan şer kirin. Ev têkoşîn ancax bi afirandina guhertineke ku bi salan domiya, pêkan bû. Di salên 90’î de bi pêşketina Tevgera Azadiyê re jin yekem car li Rojava ketin nav guhertinan û xwe birêxistin kirin. Di van deman de cewher an jî haveyna yekem a şoreşê hate danîn. Jin dema ketin salên 2000’î, bingeha xwe ava kirin. Jinên di sala 2005’an de di bin sîwana Yekîtiya Star de kom bûn, li dijî hemû zextên rejîma Sûriyê liberxwe dan. Jinê bi saya zanista ku afirand, di Têkoşîna Azadiyê de bi awayekî aktîf cih girt û bi rêxistinbûna xwe misoger kir.
‘Bersiva pirsa ‘Çawa bijîn?’
Sakîne Cansiz ku bi navê "Keça Dêrsimê Sakîne, pênaseya jineke por sor û bê qusûr e” tê naskirin, di sala 1990'î de derbasî Rojava bû. Sakîne Cansiz li vir bi jinan re xebat meşandin. Di perwerdekirina jinan de rolek girîng lîst. Sakîne Cansiz li Rojava şopek ku nayê jibîrkirin hişt. Sakîne Cansiz ji Amedê, heya çiyayên Kurdistanê, Rojava, ji vir heya Ewropayê bi pratîka xwe bersiva pirsa ‘Çawa bijî’ da û fêr jî kir. Mehmud Hecî Ebdullah ku yek ji kuryeyên berê yên PKK'ê ye û li Rojava şahidê xebatên Sakîne Cansiz bûye, di hevpeyvîneke xwe de wiha got: “Bi rastî jî Heval Sakîne pir bala me kişandibû û em matmayî jî bûn. Em gelekî kêfxweş bûn ku jinek ev çend sal in di girtîgehê de û îşkence lê hatiye kirin, dema derket derve dest bi xebatê û xizmeta gelê xwe kir. Di civînê de piranî li ser mijara jinê sekinî. Di cîvînê de li jinan dinhêrt û diaxivî.”
Her kesê ku îro behsa Şoreşa Rojava dike, balê dikişîne ser bandora Sakîne Cansiz.
Jinên ku şoreşê zindî kirin û di hemû qadên jiyanê de berbiçav kirin, Şoreşa Rojava ya ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bû yek, bi berdewamkirina xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vejandin. Hewldanên Sakîne Cansiz ên di Şoreşa Rojava de bersiveke zelal e ji bo pirsa “Çima îro hedef tê girtin?”
Tê xwestin ku şoreş ji çavkaniya xwe bê qutkirin
Îro jin dibin pêşengên şoreşê, rêwîtiya xwe bi Kongra Star re, bi avabûnên xwe yên her ku diçe mezin dibin û cihêreng in, didomînin. Îro jinên Kurd, Ereb, Çerkez, Xirîstiyan, Asûrî di nav Kongra Star de cîhê xwe digrin û di vê xetê de tevdigerin. Ji destpêka têkoşînê heya îro jinên Kurd bûn perçeyek vê tekoşînê û ji ber vê yekê dibin hedef.
Netew dewlet û bi taybetî jî dewleta Tirk ku xwe û dagirkeriya xwe li ser bedena jinê û keda wê dimeşine, êrîşî Şoreşa Rojava dike. Ji ber ku ji bo xwe wek xeterek dibîne. Bi van êrîşan re ji Sakîne Cansiz bigire heta bi dehan jinên hatin qetilkirin, tê xwestin ku Rojava ji çavkaniya wê, şoreşa wê qut bikin.
Jin tavîz nadin
Jinên ku bi salan e li dijî rêveberiya mêr û mêtingeriyê liber xwe didin, li hemberî her polîtîkayên mêtingeriyê, ji rêxistinbûna xwe û jiyana ku bi destên xwe ava kirine, tawîz nadin. Jinên ku bi salan e xwe gihandine axa ku şoreşa wan lê pêk hatiye, tevî êrîşên herî dijwar yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jî, xwedî îradeyek xurt in. Di van rojên ku Sakîne Cansiz tê bibîranîn de, dema em behsa êrîşên li ser Rojava dikin, jin careke din dibînin ku çima divê şoreşê mîna erkekê bihesibînin.