Ji Talîbanê binpêkirinek nû: Bi sedan keçik ji xwendina seretayî hatin bêparkirin
Her çiqas Talîbanê ragihand ku ew destûrê dide zarokên keç heta dawiya pola 6’emîn bixwînin jî, bi hinceta gihîştina temenê balixbûnê dûrxistina keçan a ji perwerdê, nîşan dide ku sînorkirinên Talîbanê heta asta perwerdeya seretayî jî berfireh bûye.
Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên nûçeyan li Efganîstanê, rayedarên Talîbanê li parêzgeha Qendeharê bi hinceta gihîştine temenê balixbûnê, berdewamkirina xwendina nêzî 500 zarokên keç ên ên pola 5’emîn qedexe kir.
Perwerdeya keçan bi hinceta gihîştine temenê balixbûnê hat astengkirin
Çavkaniyên li Rêveberiya Perwerdeyê ya Qendeharê, ragihandin ku şandeke Talîbanê serdana dibistanan kiriye û ji xwendekarên keç re gotine ku ji ber gihîştine temenê balixbûnê, êdî destûr nayê dayîn ku herin dibistanê. Di şandeya hevbeş de nûnerên Rêveberiya Perwerdê, Wezareta Belavkirina Ehlaqê Baş û Pêşîlêgirtina Xerabiyê û Encumena Alimên Talîbanê cih girtin. Malbatên zarokên keç ên mafê wan ê xwendinê hat astengkirin jî derbarê vê biryarê de fikarên xwe anîn ziman.
Di sala 2022’yan de biryarek bi heman hincetê dabûn
Ev geşedan, tevî daxuyaniyên berê yên Talîbanê yên destûr didan zarokên keç heta dawiya pola 6’an bixwînin pêk tê. Lê belê astengkirina xwendina xwendekaran a bi hinceta gihîştina temenê balixbûnê, nîşan dide ku sînorkirinên heyî ber bi asta perwerdeya seretayî ve tên berfirehkirin. Di sala 2022’yan de jî li Qendeharê bi heman hincetê rê li ber çûyîna dibistanê ya bi sedan zarokên keç hatibû girtin. Di heman demê de hincetên taybet ên ji bo diyarkirina gihîştina van xwendekaran a temenê balixbûnê û pîvanên ku ji bo anîna vê mijarê li ser rojevê hatine bikaranîn, nayê zanîn.
Nêzî 2,4 milyon zarokên keç ji perwerda navîn bêpar man
Li gorî daneyên UNESCO’yê, li Efganîstanê ji dema vegera Talîbanê ya li ser desthilatiyê ve nêzî 2,4 milyon zarokên keç ji perwerda navîn bêpar mane. Berdewamiya van sînordarkirinan li pêşiya gihîştina zarokên keç a ji bo perwerdê û derfetên wan ên berdewamkirina xwendinê, astengiyên cidî çêdike.