Ji Talîbanê qedexeyên nû yên sosret
Piştî gelek qedexeyên li ser jinan, Talîbanê vê carê çûna werzîş û hemamê li jinan qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Qedexeyên Talîbanê yê li ser jinan didome. Li gel ji bo jinan qedexekirina çûna park û baxçeyên li Kabûlê, hat ragihandin ku Talîbanê li dibistanan hîcabê li ser zarokên keç ferz kiriye, ji gelek qadên giştî jinan derxistiye û pêşî li rêwitiya wan a bi tenê ya di nav bajar de girtiye. Talîbanê vê carê jî li gel van hemu qedexeyan ragihand ku ew çûna jinan a salonên werzîşê, tuwaletên giştî û hemamê qedexe kir.
Destûr nayê dayîn ku bikevin hemamê
Berdevkê Wezareta Teşwîq û Pêşîlêgirtina Xerabiyan Muhammed Akef Sadık Mohajer diyar kir ku perwerdekarên li salonan mêr in û ji ber vê yekê ketina salona werzîşê ya jinan qedexe ye. Muhammed Akef Sadik Mohacer ragihand ku di her malekê de hemamek heye û jin di serşokê de kêşeya wan nîne û ji ber wê jî her çend cihê jin û mêr ji hev bin jî çûna hemamê qedexe ye.
Ji jinan bertek
Di vîdeoya ku li ser medyaya dijîtal hat weşandin de komek jin bertek nîşanî qedexekirina salonên werzîşê dan. Yek ji jinan wiha got; “Ev der salona werzîşê ya jinan e. Hemû mamoste û mamoste jin in. Hûn nikarin me ji her tiştî dur bixin.”
Zerarê dide pêşerojê
Rîna Amirî, Nûnera Taybet a Amerîkayê bo Karûbarên Jinên Afganî, got; “Li hember qedexeyên nû yên Talîbanê li ser jinan, ev tundrewî dê bibe sedema bêîstîqrarî, xizanî û reva nifûsê.”
Berpirsiyarê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Afganîstanê Keren Decker diyar kir ku mafê jinan heye derkevin baxçê, kêf û wrzîşê bikin û destnîşan kir ku ev hewldanên Talîbanê zirarê dide jin, zarok û paşerojê Afganistanê.
Divê çav lê neyê girtin
Çalakvanan gotin ku beriya niha jî li Kabul û bajarên din ên mezin li ser zêdekirina qedexeyên li ser jinan gelek çalakî hebûn. Di tweetekê de ku roja Înê (11’ê Mijdarê) hat parvekirin, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bal kişand ser qedexeyên nû yên Talîbanê wekî derbeyek din li mafên jinên Afganî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê civaka navdewletî çav li êş û azarên jinên Afganî û binpêkirina mafên wan a ji aliyê Talîbanê ve, negre.