Ji Swîsreyê 5 hezar û 890 name ji CPT re hatin şandin

Di çarçoveya kampanya nameyan a ji aliyê TJK-E ve hatiye destpêkirin de ji Swîsreyê bi giştî 5 hezar û 890 name hatin şandin û ji CPT hate xwestin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Navenda Nûçeyan-Çalakiyên li Swîsreyê ya ji bo kampanyaya şandina nameyan a ji CPT'ê re ya ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve ji bo bidawîkirina pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome.  Bernê bi dawî bû. Di çarçoveya kampanyayê de bi giştî 5 hezar û 890 name hatin şandin.

Kampanyaya nameyan a ku di 19’ê Hezîranê de li Swîsreyê li bajarên Lozan, Cenevre û Sîonê dest pê kir, li Zurîh, Basel, Aarau, Winterthur, St Gallen, Chur, Luzern û Locarna’yê dewam kir, duh jî li Bernê dewam kir. Endamên Meclîsa Jinê ya Bernê ya Şehîd Berjîn Zenda li ber postexaneya navendî hatin cem hev û bi sedan nameyên ku amade kiribûn ji CPT’yê re şandin.

Di çarçoveya kampanya nameyan a ji CPT’yê re hatiye destpêkirin de heta niha ji Swîsreyê 5 hezar û 890 name hatine şandin û ji CPT’yê tê xwestin ku berpirsyariya xwe ya li dijî tecrîdê bi cih bîne.