Ji sûcê êrişa zayendî ya li dijî zarokan 31 hezar û 216 doz hat vekirin

Sûcên êrişa zayendî ya li dijî zarokan zêde dibe. Hat zanîn ku li dadgehên ceza yê Tirk ji ber êrişên zayendî yê li dijî zarokan 31 hezar û 2016 dosya hene.

Navenda Nûçeyan – Sûcên êrişa zayendî yê li dijî zarokan zêde dibe. Li gor Saziya Statîstîk a Tirkiyê (TUİK) hejmara zarokên ku di sala 2022’an de hatine an jî anîne yekeya ewlehiyê li gor sala 2021’an 20,5 zêde bûye û bûye 601 hezar û 754. Ji sedî 13,7’ê zarokên mexdûrê sûcan, zarokên mexdûrê sûcê êrişa zayendî ne. Di sala 2022’an de li dijî 31 hezar û 890 zarokan êrişa zayendî pêk hat, ev hejmar bû hejmara herî bilind a 9 salên dawiyê.

Tevî dozên ji sala 2022’yan mayî hejmara giştî dosyayên li dadgehên cezayan 30 hezarî derbas kir. Di sala 2023’an de di çarçoveya sûcên êrişa zayendî yê li dijî zarokan li dadgehan 14 hezar û 919 dosya gihîşt biryarê. Hat ragihandin ku hejmara bersûcên di dosyayan de 16 hezar û 472 ne lê hejmara sûcan 18 hezar û 739 e.

Ji ber sûcê êrişa zayendî yê li dijî zarokan di sala 2023’yan de 7 hezar û 88 kes hatine girtin û şandine girtîgehê, cezaya 344 kesên ku ji sûcê êrişa zayendî yê li dijÎ zarokan tê darizandin hatiye taloqkirin. Hejmara kesên ji sûcê êrişa zayendî yê li dijî zarokan hatine berdan jî weke 7 hezar û 108 derbas bû.

Li dadgehên cezayan hejmara dosyayên di çarçoveya “îstîsmara zayendî ya zarokan” weke 31 hezar û 216 hat ragihandin. Demên dîtina dosyayên ku ji ber êrişa zayendî ya li dijî zarokan hatine vekirin jî bi daneyan hat parvekirin. Li gor vê; pêvajoya biryardanê ya doza êrişa zayendî yê li dijî zarokan ku di sala 2019’an de 299 bûye, di salên 2020, 2021, 2022, 2023 bi rêzê 426, 304, 311 roj û 321 roj bûye.