Ji siyasetmedarên jin ên Kurd hişyariya ‘Divê jin pêşengiya yekîtiya Kurdî bikin’
Siyasetmedarên jin yên Kobanê destnîşan kirin ku helwesta yekdengî ya gelê Kurd lawaz bûye û bang li jinan kirin ku bi erka xwe ya dîrokî ya mezinkirina vê xebatê rabin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Li Rojavayê Kurdistanê ku gelek partiyên siyasî xwe birêxistin dikin, gelek caran di encama nakokiyên bîrdozî yên derdikevin de, perçebûn di nava civaka wê de pêk tê ku ev yekser bandorên neyînî li ser yekîtiya Kurdî dikin.
Di pêvajoya êrîşên qirkirinê yên ji 6’ê Çileyê ve destpê kirin de, cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê helwesta Kurdî bû yekdeng û bi riya konferasa ku di 26’ê Nîsanê de pêk hat, xwe ragihand. Paşê ev xebat ji ber vekişîna hîn partiyên siyasî û xizmeta hîn hêzên din, lawaziyê dijî. Di vê çarçoveyê de ajansa me berê xwe da siyasetmedarên jin yên li bajarê Kobanê û ji nêz ve helwest û nirxandinên wan girt.
‘Şert û mercên Kurdan hevgirtinê ferz dikin’
Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bediya Miho, bi nirxandina rewşa gelê Kurd dest bi axaftina xwe kir: “Li gor rêveçûna pêvajoyê û şopandina me, em dibînin ku weke Kurd ji her demê zêdetir pêwistiya me bi yekîtiya Mala Kurdî heye. Di dema êrîşên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê di 8’ê Çile de, me dît ku hevgirtina gelê Kurd yê Kurdistanê û derveyî welat heta kîjan astê bi bandor e û dikare komployên ku bipêş dikevin vala derxe. Ji ber vê jî divê ku Kurd bi heman asta hevgirtin û têgihîştinê yekîtiya xwe mezintir bikin. Ji ber ku xeteriyên pir mezin li ser hebûna me hene.”
‘Divê jin pêşengiya xwe ya dîrokî bikin’
Bediya ku bi taybetî bal kişand ser girîngiya rola jinan a di hêzkirina yekîtiyê de, wiha domand: “Jinê ji destpêka mirovahiyê de her tim roleke diyarker di rêvebirina civakê û komkirina wê de lîstiye. Bi taybetî jî jinên Kurd her tim ev mîsyon lîstine. Lewra jî di nava xebatên yekîtiya Kurdî de pêwîst e em weke jin careke din heman berpirsyariyê bigirin ser xwe. Bi taybetî jî ku jin alîgirên aştî, edalet û wekheviyê ne divê em pêşengiya avakirina Yekîtiya Kurdî bikin. Jinên Kurd di hemû pêvajoyan de sembolên aştî û yekîtiyê ne, ji ber vê jî banga min ji bo hemû jinên Kurd heye ku em bibin ew pira tunekirina pirsgirêk û nakokiyan û em pêşengiya mayîndekirina yekîtiya xwe bikin.”
‘Komployeke mezin xûya dike divê em lez bikin’
Bediya Miho tekez kir ku li hember gelê Kurd komployeke nû bipêş dikeve û bi van gotinan dawî li nirxandina xwe anî: “Jixwe civîna lutkeyê ya NATO’yê li Tirkiyê heye. Li gor agahiyên heyî careke din wê rojeva dewleta Tirk a civînê tunekirin û qirkirina gelê Kurd be. Bi wateyeke din komployeke nû li ser gelê Kurd bipêş dikeve. Ji bo vê jî em careke din teqez dikin ku divê li hember van lihevkirinan helwest û hevgirtina gelê Kurd jî bibe yek. Eger em di vê pêvajoyê de nebin yek, emê herin yek bi yek. Divê hemû Kurd, partiyên siyasî û pêşengên wê di vê zanebûnê de bin.”
‘Rojava bû henaseyek ji bo gelê Kurd’
Li aliyekê din endama Komîteya Navendî ya Partiya Çep li Kobanê Gulê Hesen ku bi gotina “Li Rojavayê Kurdistanê hebûn û helwesta gelê Kurd diyar bû” bal kişand ser şoreşa 19’ê Tîrmehê û wiha got: “Kar û xebata partiya me di vê pêvajoyê de li ser doza gelê Kurd û hevgirtina me ye. Em dizanin piştî salên dirêj ji qirkirin û asîmîlasyonê, ji bo gelê Kurd nefesek li Rojavayê Kurdistanê çêbû ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re xeyalên tevahî Kurdan piratîkî jiyan bikin. Li Rojava hebûn, nasname, helwest û rûmeta gelê Kurd xwe da diyarkirin.”
‘Encamên konferansê pêk nayên’
Siyasetmedar Gulê li ser qelsiya ku ket nava yekîtiya Kurdî, ev nirxandin kir: “Di 26’ê Nîsanê de cara yekemîn bû li Rojavayê Kurdistanê konferansa yekîtiya Kurdî tê lidarxistin ku ev kombûn li hember hemû rengên êrîşan bû bersiveke netewî. Li gor encamnameya konferansê, diviyabû ev yekîtî di asteke mezintir de bipêş bikeve û heta şaneyeke wê ya di asta pêşengiyê de bixebite bihata avakirin. Lê mixabin ji ber hîn aliyên Kurdî ev yekîtî careke din qels bû û negihîşt armanca xwe.”
‘Divê xebatên yekrêziya Kurdî werin çalakirin’
Gulê Hesen bilêv kir ku divê xebatên Yekîtiya Kurdî çalak bibin û bi vê bangê dawî li nirxandinên xwe anî: “Weke partiya Çep dilsoziya me ya li hember yekîtiya Kurdî zelal e û emê heta dawî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan di nava xebatê de bin. Daxwaz û hêviyên me jî ew in ku çareseriyeke mayînde bê dîtin ku êdî gelê me jî di vê mijarê de rihet be. Di vî warî de bi taybetî wek jin, em bangwaziya hemû jinên siyasetmedar dikin ku em weke jin bibin pêşengên vê gavavêtinê û em ji nû ve xebatên yekîtiya Kurdî çalak bikin.”