Ji sînemavana Kurd Viyan Mayî banga piştgiriya ji bo Rojava

Sînemavana Kurd Viyan Mayî ku li Swêdê dijî, li hemberî bêdengiya navneteweyî bertek nîşan da û banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Navenda Nûçeyan – Li aliyek êrişên li hemberî gelên Bakur û Rojavayê Sûriyeyê berdewam dikin, ji aliyê din ve peyamên ji bo piştgiriya jin û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, her ku diçe zêdetir dibin. Sînemavana Kurd Viyan Mayî ku li Swêdê dijî, li hemberî bêdengiya navneteweyî bertek nîşan da û banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojava kir. Viyan Mayî, nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman.

Viyan Mayî kî ye?

Viyan Mayî da zanîn ku ew ji gundê Mayî yê Colemêrgê ye û xwe wiha da nasîn: “Ez jineke Kurd im, her dem bi Kurdbûna xwe şanaz im. Bi jinbûna xwe şanaz im. Sînemavan im. Dema hêj zarok bûm, li gund bûm, li mala bavê min çîrok dihatin gotin. Min di serê xwe de dikir fîlm, hê ku min fîlm nedîtibûn. Piştî min bihîst sînema heye û gihîştim bajarê Mûsilê min dest bi nivîsandina çîrokan kir.”

Viyan Mayî anî ziman ku piştî sal derbas bûne, bûye dayik û li welatê Siwêdê, derfeta wê çêbûye û wê beşa sînemayê xwendiye. Viyan got: “Xeyalên min pêk hatin. Ez hatim başûrê Kurdistanê û min dest bi çêkirina fîlman kir. Min heta niha7 fîlm çêkirine. Fîlmê min ê yekem, bi navê ‘Name’ ye û min bi komeke Swêdî re çêkiriye. Piştre vegeriyam welatê xwe û 14 salan min 6 fîlmên din jî çêkirin. Ji bilî fîlmê ‘Name’, hemû fîlmên min bi Kurmancî ne. Min gelek xelatên Kurdî û navneteweyî girtin. Bi taybetî fîlmên ‘Keça Kurdan’ û ‘Kevoka Spî’ rastî eleqeyek mezin hatin.”

Koma Çilkezî ava kir

Viyan keçên Kurd anîn cem hev û koma Çilkezî ava kir. Viyan bi van gotinan behsa wê pêvajoyê kir: “Ji ber ku ez li Duhokê dijiyam, min dît ku hê şerm e jin stranan bibêjin. Ji ber wê ez çûm gelek peymangehên hunerên ciwan. Min xwest wan keçên ku beşa muzîkê dixwînin, nas bikim, navnîşan û telefonên wan bidin min. Lê nedidan min. Gotin em ji malbatên wan newêrin. Min jî di ser facebookê de nivîsand û got ku em ê komeke keçên stranbêj û muzîkjen çêkin. Di nava hefteyek de, ji Êzidî, ji misilman ji xirîstiyanan 64 kesan navê xwe li cem min dan nivîsandin. Me mamoste û cihê bê pere peyda kir. Ji du salan zêdetir me stranên gelêrî, stranên folklorî got. Keçikên gelek delal bûn. Di encama dengdanê de bi piraniya dengan, me navê wê danî Çil Kezî.”

Ez dibînim ku di sîstema li Rojavayê Kurdistanê de demokrasî heye

Viyan, li ser rewşa li Rojava jî hestên xwe anîn ziman û wiha pê de çû: “Em Kurd di aliyê jiyanê de gelek guherîne. Ew jî xebata şoreşa rojavayê Kurdistanê ye. Helbet ev şanaziyek mezin e ku li wê derê jin berpirsyar, rêveber, siyasetmedar û şervan in. Nîşan dane ku jin dikarin her karî bikin. Ez jineke Kurd im,  xwe gelek şanaz dibînim û her dem, li gorî min ev xizmeteke pîroz e. Ez dibînim ku di sîstema wan a li Rojavayê Kurdistanê de gelek demokrasî heye û hemû netew bi hev re dijîn. Tiştê herî xweş ew e ku li wir, huner bi pêş ketiye. Fîlmên sînemayê, klîbên stranan, stran û muzîk bi pêş ketine. Bi rastî ev cihê şanaziyê û serkeftin e.” 

‘Ragihandina Ewropayê li hemberî daxwazên Kurdan kor e’

Viyan destnîşan kir ku li Swêdê çapemenî qet behsa Kurdan nake û xemgîniya xwe bi van gotinan anî ziman: “Navê Kurdan bilêv nakin. Tenê behsa Sûriyeyê, guherînê û Esad dikin, dibêjin ka li ku ye û çawa dijî. Behsa komên çete dikin ka çawa hêzê digirin, çawa alîkariya wan tê kirin. Li gorî nêrîna min, ew jî rastiyê dizanin. Kurd dê bibin xwedî demokrasiyê, mafên mirovan û mafên jinan. Li cîhanê dê bibin nimûne. Ji ber vê yekê çekfiroşên weke van welatan ku fikra wan tenê firotina çekan e, dilê wan bi me naşewite. Ew welatê me nîn in. Ji bo firotina çekan, koman çêdikin, terorîstan amade dikin. Yanî em dikarin bibêjin ku ragihandina Ewropayê li hemberî Kurdan û doza wan û bedelên ku Kurd didin mixabin xwe kor dike, komkujiyên li ser Kurdan tên kirin ne xema wan e û ji rastiyê direvin.”

Banga xwedîderketina li Rojava

Viyan di dawiya axaftina xwe de serbilindiya xwe ya ji ber şoreşa li Rojava anî ziman û wiha bang kir: “Helbet doz doza me ye. Banga min li hemû jinên cîhanê, bi taybetî jî jinên Kurdistanê ye! Baş xwe perwerde bikin û xwedî li nasnameya xwe derkevin. Xwedî li Rojava jî derkevin, li Başûr jî derkevin, li Bakur û Rojhilat jî. Jiyana me yek e, hebûna me yek e, em neteweyek in. Em rastî komkujiyan tên. Êdî bes e komkujî li me tê kirin. Ji ber ku em tenê mafên xwe dixwazin, axa xwe dixwazin, nasname û zimanê xwe dixwazin, çi tînin serê me. Ez piştgiriyê didim welatê xwe lewma jî banga min li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê ew e ku piştgiriya Rojava bikin. Bila Rojava bi ser bikeve û bibe nimûneyek ji bo me hemûyan.”