Ji sedî 70 kesên li Sûriyeyê hewceyî alîkariyê ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ji sedî 70 ji gelên li Sûriyeyê hewceyî alîkariya mirovî ne.

Navenda Nûçeyan- Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku ji sedî 70’ê mirovên li Sûriyeyê hewceyî alîkariya mirovî ne. Ji bo alîkariya derveyî sînoran a bi Sûriyeyê re bidominin, hewce ye ku dema mekanîzmaya alîkariya derveyî sînor a NY’ê were dirêjkirin.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Sûriyeyê yê NY’yê Geir Pedersen di rûniştina ku li ser rewşa mirovî ya Sûriyeyê de axivîn, welatên endam agahdar kir. Geir Pedersen, diyar kir ku yek ji xala herî zêde li ser were sekinandin vegera kesên ku ji warên xwe bûne ye û got: “Em piştgiriyê didin rêgeza ku penaber bi awayekî ewle, bi rûmet û bi dilxwazî vegerin welatên xwe.”

Sûriyeyî hêvî dikin vegerin

Nûnerê taybet destnîşan kir ku Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’yê (UNCHR) beriya hefteyekê di encamên anketa bi penaberên Urdun, Lubnan, Iraq û Misrê re amade kiriye de wiha got: “Hêviya piraniya penaberên Sûriyeyê ew e ku rojekê vegerin welatê xwe. Beşeke ji wan a mezin jî dixwazin di nava 5 salên li pêş de vegerin welatên xwe. Du hêmayên bingehîn hene ku nahêlin penaber vegerin welatên xwe. Yek ji wan kêmasiya dahatê û ya din jî pirsgirêka ewlehiyê ye. Divê ku mercên ewlehiyê careke din werin avakirin.”