Ji rojnamevanên Îranê hat xwestin ku biçin dadgehê parastina xwe bikin
Rojnamevan Saeeda Shafiei, Mehrnoush Zareî Hanzakî û Nasîm Sultan Beygî yên ku bi kefalet hatibûn berdan, hat xwestin biçin dadgehê parastina xwe bikin.
Navenda Nûçeyan- Serhildana ku di roja 16’ê Îlonê de bi qetilkirina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi felsefeya “Jin jiyan azadî” bi pêşengiya jinan didome, di meha xwe ya 8’emîn de berdewam dike. Hikûmeta Îranê ji bo tepeserkirina serhildanan gelek parêzvanên maf û xwendekaran revand, gelek kes hatin girtin û qetilkirin. Di Çileya 2023’an de, 3 rojnamevanên bi navê Saeeda Shafiei, Mehrnoush Zareî Hanzakî û Nasîm Sultan Beygî ku piştgirî dabûn serhildanan, bi hinceta “propagandaya li dijî rejîmê” hatibûn girtin û piştre jî bi kefalet hatibûn berdan.
Bi teblîxa ku ji aliyê Dadgeha Êvînê ya Îranê ve di 25’ê Nîsanê de ji rojnamevanan re hat şandin re, hat diyarkirin ku di nava 5 rojan de ji bo parastina xwe bikin biçin Dadgeha Êvînê.