Ji Samandag heta Semsûrê piştgiriya mexdûrên erdhejê

Xebatkarên Atolyeya Karên Destan a Mara ku ji bo piştevaniyê li Samandagê ya Hatayê hat avakirin, ji mexdûrên erdhejê yên li konê Semsûrê dimînin re wek diyariya cejnê bazinên destan şandin.

Hatay- Li Tirkiye û Kurdistanê, piştî zêdetirî 4 mehan piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê, hîn jî birîn nehatin pêçan. Ji kêliya yekem a erdhejê ve mexdûrên erdhejê bi hevgirtinê re jiyana xwe dihûnin. Jin mînaka herî mezin a hevgirtinê nîşan didin. 

Gelek rêxistinên jinan ji bo jin û zarokan li herêmên erdhejzedeyê xebatek mezin meşandin. Li gelek parêzgehên erdhejzedeyan kon û atolyeyên jinan hatin avakirin û gelek çalakî û lêkolîn hatin kirin. Tevî ku 4 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî hevgirtin dewam dike.

Li navçeya Samandag a Hatayê ya ku yek ji navçeyên erdhejê ye, bi piştevaniya Piştevaniya Femînîst a ji bokaresatê Atolyeya Hunerên Destan a Mara ji bo jinan hat vekirin. Jinên ku di atolyeyê de dixebitin ji bo jinên li konê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û saziyên sivîl ve li Narlîkuyuya navçeya navendî ya Semsûrê hatiye avakirin, diyariyên cejnê şandin.

'Dema ku me van diyariyan hûnand, me kenên we xeyal kir'

Xebatkarên atolyeyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Semsûrê destmal, guhar û gerdan çêkirin. Diyarî bi kartên ku li ser “Xwişka min a delal, berî her tiştî ev êşa ku tu dikişînî, êşa me ye jî... Dema ku me ev diyarî hûnand, me kenên we xeyal kir. Em cejna we pîroz dikin. Cejneke tijî tenduristî, bextewarî û hezkirinê ji we re dixwazim…” nivisî bû  ji jinan re hat şandin.