Ji rojnamevanên Misrî desteka ji bo nûçegîhana me ya rastî gefan hat
Çalakvan û rojnamevanên jin ên Misrê, gefên ku li nûçegîhana ajansa me ya Helebê şermezar kirin û gotin: "Hedefgirtina jinên rojnamevan ji bo tepisandina dengê heqîqetê ye. Divê piştevaniya wan bê kirin."

ESMAA FETHÎ
Qahîra – Nûçegihana ajansa me ya li bajarê Helebê ya Sûriyeyê, di van demên dawî de bi xwerina gefan re rûbirû dimîne. Ji ber ku ew bi pênûs û kameraya xwe piştevanî û parastina mafên jinan dike, gef lê tên xwarin. Em bi xebatên xwe dibin dengê êşên jinan. Ev yek jî dibe sedem ku feraseta bavsalar gefan li jinên li van herêman serwer in, bike. Dixwazin bi van gefan karê jinan asteng bikin û nehêlin rastî bên eşkerekirin.
Çalakvan û rojnemevanên jin ên Misirê bi rêya ajansa me bertek û nerazîbûnên xwe li hember gefên ku jiyana jinan dike xeterê, nîşan dan.
'Divê yekbûna rojnemavanan li hember gef û kiryaran bê kirin'
Rojnameger û sernivîsera rojnameya El-Ehramê Esma El-Huseynî kiryar û gefên ku jiyana nûçegîhanan dike xeterê, şermezar kir û wiha got: "Divê rojnamevan bên parastin ku bikaribin karên xwe bimeşînin. Lê mixabin ev parastin nayê dîtin û rojane rojnamevan bi gefan re rûbirû dimînin. Her wiha divê alîkarî bê dayîn ku nûçegîhan bê tirs xebatên xwe bidomînin û bibin dengê rastiyê. Gelek rojnamevan hatine qetilkirin û hin jî di zîndanan de hatine girtin. Em gefên ku jiyana nûçegîhana ajansa Nû Jinhayê dike xeterê, şermezar dikin û piştevaniya wê dikin. Divê yekbûna rojnamevanan li cîhanê bê kirin ku li dijî gef û kiryaran bibin bend. Di heman demê de divê li tiştên ji bo parastina rojnamevanan hewce dike, bên kirin. Piştevaniyên wan jî erka me ye."
'Em piştevaniya rojnamevan û nûçegîhanan dikin'
Endama Eniya Niştemanî ya Jinên Misrê Heyat El-Şêma diyar kir ku pêwîstiya hemû rojnamevanan bi piştevaniyê heye û wiha axivî: "Gelek rojnamevan li Xeza, Sûriye û dewletên din dema ku dibûn dengê rastiyê, dibûn hedef û bi kiryaran re rûbirû dimînin. ji ber vê yekê pêwîstî bi piştevaniya wan heye. Armanc ji hedefgirtina rojnamevanan ew e ku rastiyê veşêrin û bidin tepisandin. Li Xezayê li ber çavên dinyayê rojnamevan Şêrîn Ebo Erqal ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate hedefgirtin. Em piştgiriya deng û pênûsa azad dikin. Jin herî zêde rastî van kiryaran tê. Ji ber ku hêzên serwer nexwazin jin ji çarçoveya malê derkeve. Gefên ku li nûçegîhana ajansa Nû Jinha hatine xwarin, cîhê şermezarkirinê ye. Civaka baviksalarî qebûl nake ku jin serî hildin û bi mafê xwe bang bikin. Ev gef xwerin jî dorpêçeke ku azadiya jinê asteng dike ye."
'Divê ewlehiya rojnamevanan bê parastin'
Pêşkêşvana Jin Tv’yê Xilûd Rislan jî destnîşan kir ku kesên di karê çapemeniyê de dixebitin bi gef xwerinê re rûbirû dimînin û wiha got: "Ji ber ku rojnamevan heqîqet û êşa civakê ya rast radighînin, bi gef û kiryaran re rûbirû dimînin. Karê çapemeniyê ne hêsan e û pêwîstiya domandina wê bi hêz û biryarê heye. Ji ber vê yekê divê ewlehiya nûçegîhanan bê parastin. Kesên ku di Sûriyeyê de niha xebatê dimeşînin tekoşer û leheng in, ji ber ku ew hemû kiryaran qebûl dikin lê dîsa jî rastiyê raghînin. Em bi jinên rojnamevan re ne û piştevaniya wan dikin."