Ji rojnameger Reyhan Capan re cezayê pere hat dayîn

Ji Midurê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku bi KHK’ê hat girtin Reyhan Çapan re 41 hezar û 666 lîre cezayê pere hat birîn.

Stenbol- Ji ber nûçeya Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, Reyan Çapan a di 17'ê Hezîrana 2014'an de ya bi navê "Kujerên zarokan" bi iddiaya "sererastkirin û neweşandina bersivê ya ne bi rêk û pêk" ji nû ve hat darizandin. 3'yemîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 2'yemîn a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Reyhan Çapan tevlî danişînê nebû, parêzerê wê Ozcan Kiliç amade bû. Parezêr Ozcan Kiliç a piştî tespîta nasnameyê mafê axaftinê girt, diyar kir ku sûc pêknehatiye û daxwaza berdana Reyhan Çapan kir.

Heyeta dadgehê piştî eşkerekirina biryara xwe ewil der barê Reyhan Çapan de 50 hezar lîre cezayê pere birî. Piştre jî dadgeha ku ji ber helwesta Reyhan Capan a di dema darizandinê de ji şeşan yekê cezayê pere kêm kir, ceza daxist 41 hezar û 666 lîreyan û biryara vekirîbûna rêya îtirazê da.