Ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê: Xirabbûna rewşa mirovî

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) diyar kir ku ji ber pevçûn, guherîna avhewayê û kêmbûna budçeyê, li gelek herêman qeyrana mirovî girantir dibe û bang li hemû aliyan kir ku qanûnên navneteweyî biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Ji ber ku li çend deverên Rojhilata Navîn pevçûn berdewam dikin û berfirehtir dibin, aloziyên herêmî zêdetir dibin û êş û azarên niştecihan girantir dibin. Ev yek bandorê li ewlehî û xizmetan dike û di nava çavkaniyên sînorkirî de zexta mirovî li ser civakên bandordar zêde dike.

Bi berdewamiya aloziyên herêmî, nemaze li Rojhilata Navîn, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) ragihand ku bandorên mirovî di nav de li dora tengavên Bab El-Mandeb û Hormuzê xirabtir dibin. Ev yek gefê li bazirganiya deryayî, veguhestin û zincîrên dabînkirina herêmî dixwe û dibe ku hewcedariyên mirovî di demek ku operasyonên alîkariyê ji ber kêmbûna fînans û çavkaniyan êşê dikşînin, girantir bike.

Sivîl tên kuştin û birîndarkirin

OCHA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku raporên êrîşên binesaziya sivîl hedef digrin dişopînin. Hat diyarkirin ku ji ber êrîşeke bi dronan dergeha El-Ebidalî ya li ser sînorê Kuweyt-Iraqê hat hedefgirtin, di encamê de ziyaneke madî çêbû.

Li gorî rayedarên herêmê, êrîşeke li nêzî deriyê sînor ê Şelamçe yê li parêzgeha Xuzistana Îranê jî pêk hat û di encamê de herî kêm du kes hatin kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûn. OCHA’yê bang li hemû aliyan kir ku rêzê li qanûnên mirovî ya navneteweyî bigrin, sivîlan û binesaziya sivîl biparêzin û ji têkbirina xizmetên bingehîn dûr bisekinin.

Li Tişad û Kongoyê koçberiya komî

OCHA’yê ragihand ku li Tişadê ji meha Gulanê ve li herêma Gola Tişadê ya li rojavayê welat, ji ber êrîşên komên çekdar zêdetirî 60 hezar kes ji cih û warên xwe bûne. Ev kes tevlî zêdetirî 200 hezar kesên ku berê li herêmê koçber bûne, dibin.

Di heman demê de, daneyên piştrastkirî diyar dikin ku zêdebûna tundiyê ya li ser sînorê di navbera parêzgehên Iturî û Bakurê Kîvu yên li Komara Demokratîk a Kongoyê de, gel neçar kiriye ku ji deverên ku ji ber şewba Ebolayê bi bandor bûne birevin. Texmîn nîşan didin ku ji 12’ê Tîrmehê vir ve herî kêm 60 sivîl hatine kuştin ku 30 ji wan di êrîşên li ser gundên parêzgeha Mambasa de jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên koçber bûne li herêma Benî ji 25 hezarî derbas bûye û hejmara miriyên ji ber şewba Ebolayê hezar kesan derbas kiriye. NY û hevkarên wê ji bo berfirehkirina navendên dermankirinê û xurtkirina tedbîran dixebitin.

Kêmbûna budçeyê alîkariya li Sûdanê asteng dike

Li Sûdanê, OCHA’yê ragihand ku rêxistinên mirovî di nîvê yekem ê vê salê de, tevî bêewlehî û kêmbûna fînansmanê, dikaribûn alîkariyê bigihîînin nêzî 11 milyon kesan.

Lê belê hat destnîşankirin ku kêmbûna fînansmanê bûye sedema kêmkirina asta alîkariyê û gelek kes tenê ji bo sê heta çar mehan alîkariya xwarinê digrin. Di raporê de hat diyarkirin ku tenê ji sedî 39 ji plana bersiva mirovî ya ji bo Sûdanê hatiye bicihanîn.

Li Xeza û Şerîaya Rojava rewş krîtîk e

Li herêmên Filistînê, OCHA’yê diyar kir ku bersivdayînên yekem li Zîvala Xezayê ji ber operasyonên leşkerî, sînorkirinên gihîştinê û kêmbûna pêdiviyên bingehîn bi dijwariyên girîng re rûbirû ne. Di raporê de hat gotin ku Parastina Sivîl a Filistînê piştî êrîşeke asîmanî ya Îsraîlê ya li dijî avahiyeke li bajarê Xezayê, cenazeyên pênc endamên malbatek (di nav de zarok jî hene) derxistine.

OCHA’yê bal kişand ku kapasîteya operasyonel a Parastina Sivîl ji ber kêmbûna parçeyên yedek, sotemenî û bataryayan daketiye ji sedî 25’an. Her wiha hat gotin ku nêzî 630 hezar ton kavil li Xezayê hatine rakirin ku ev tenê beşek biçûk e ji zêdetirî 60 milyon ton kavilên ku hatine komkirin.

Li Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qudsê jî hilweşandin û êrîşên niştecihan bandorê li ser mal, çavkaniyên avê, dibistan û debara jiyanê dikin. Di navbera 14 û 20’ê Tîrmehê de ji ber van çalakiyan nêzî 90 Filistînî ji cih û warên xwe bûne.

Li Efganistanê keraseta lehiyê

Lehiyên li parêzgeha Nûristanê bûn sedema kuştina 23 kesan, 5 kes winda ne û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Lehiyê zirareke mezin da mal, rê, pir û torên avê.

NY’yê diyar kir ku xizmetên tenduristiyê yên lezgîn, alîkariya xwarinê, ava vexwarinê û stargehan didin lê hişyarî da ku kêmasiya fînansmanê kapasîteya wan sînordar dike.