Ji Rêxistina Sara kampanyaya li hember tundiyê

Rêvebera Rêxistina Sara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nisriya Mehmûd da zanîn ku bi boneya meha tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan, kampanyayek dane despêkirin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo –  Rêxistina Sara, ji bo têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan, wek beşek ji hewldanên berdewam ên ji bo hişyarkirin û parastina mafên jinan dixebite. Rêxistinê bi boneya Roja Têkoşîna li Hember Tundiya li ser Jinan a Navnetewî, kampanyayek da destpêkirin. Rêxistina Sara derbasî dibistanan dibe da ku rêze atolyeyên hişyarkirinê ji bo jinên ciwan li çend dibistanên keç û kuran pêk bîne. Rêxistin armanc dike ku nifşekî ava bike ku bikaribe li hemberî her cûreyên tundiyê bi zanist û helwest be, ji pirsgirêkên ciwan û jinan re çareseriyan peyda bike û civakeke wekhev û têgihiştî ava bike.

Rêvebera Rêxistina Sara ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nisriya Mehmûd derbarê kampanyaya ku li dar xistine de, ji ajansa me re axivî.

Bi mebesta 25’ê Mijdarê hat destpêkirin

Nisriya Mehmûd da zanîn ku kampanyaya wan wê mehek bidome û sedemên destpêkirina kampanyayê wiha vegot: “Ji ber me dît beşek ji ciwanan tiryakê bikar tînin, me pêwîstî dît ku di vê meha tekoşîna li hember tundiya li dijî jinê de em derbasî dibistanan bibin û hinek semînerên hişyarkirinê bidin. Me têkilî bi rêveberiya dibistanên Qamişlo re danî. Me kampanyaya xwe bi daxuyaniyek ragihand û bernameya kampanyayê jî heye. Kampanya me wê mehek bidome. Ji 23’yê Mijdarê heta 23’yê Kanûnê wê dewam bike.”

‘Ofîsên Rêxistina Sara li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne’

Nisriya Mehmûd diyar kir ku ofîsên Rêxistina Sara li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û ragihand ku her tim semîneran lidar dixin. Nisriya da zanîn ku ji bo kesên ku pirsgirêkên wan hebin û nikarîbin werin rêxistinê û bi wan re biaxivin, broşuran belav dikin. Nisriya anî ziman ku armanca belavkirina van broşuran, dîtina çareseriyê ye û wiha pê de çû: “Gelek kes bi me re diaxivin û dixwazin ku em carek din jî semîneran bidin wan. Li ku were xwestin em semîneran didin. Ji ber ku ofîsên Rêxistina Sara li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, perwerdeyên me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di gelek kampan de ofîsên me hene û li gelek bajaran jî li Kobanê, Hesekê, Helebê, Eyn Îsa û li Reqayê jî niha em dest pê dikin da ku em ofîsek li wir vekin.”

‘Semînerên me her tim berdewam in’

Nisriya Mehmûd da zanîn ku li Qamişloyê ofîsa wan a navendî heye û got ku kampanyayên xwe, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didin destpêdikin. Nisriya destnîşan kir ku semînerên wan her û her berdewam in û xebatên di çarçoveya semîneran de, wiha vegot: “Em derbasî gelek malan dibin û wan ziyaret dikin da ku em rewşên jinan bibînin. Em derbasî gundan jî dibin. Em derbasî gelek gundan bûn û me perwerde dane wan. Gelek caran em ji pirs û rewşên jinan, em jî ji wan sûd digirin. Çi cihê ku em derbasî wê bûne, têkiliyên me bi komîn û Meclîsên wan re hene.”

Li hemû ofîsan semînerên piştgiriya derûnî didin

Nisriya Mehmûd destnîşan kir ku Rêxistina Sara ji despêka şoreşê de hatiye avakirin û wiha got: “Di 1‘ê Tîrmeha sala 2013’an de, Rêxistina Sara hat avakirin. Ji ber gelek jin tundî li ser wan dihat meşandin, gelek mamoste li hev civiyan û xwestin ku wekî rêxistinek ku jinan biparêze were avakirin. Em wekî Rêxistina Sara, piştgiriya psîkolojîk didin jinan, bi taybetî jinên ku ji ber zehmetiyan hewl dane dawî li jiyan xwe bînin. Li hemû ofîsên me semînerên piştgiriya psîkolojîk hene.”

‘Civak dibe alîkar’

Nisriya Mehmûd anî ziman ku ew hemû rewşên ku jin tê de rastî şîdetê tên pêşwazî dikin û wiha bi dawî kir: “Em hemû rewşên ku jin tê de rastî şîdetê tên, pêşwazî dikin. Di gelek rewşan de em jinan dişînin Mala Jinê, Desteya Jinê, Asayîşa Jinê û Kongra Star. Ji ber ku têkiliyên me bi hev re hene. Civak bi me re dibe alîkar û dilên wan ji me re her û her vekirî ye. Civak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû sazî û rêxistinên jinan re dibe alîkar. Em difikirin ku Mala Parastinê jî ava bikin.”