Ji Rêxistina Efûyê derbarê Manahal El-Otabî biryara cezayê girtîgehê bertek

Rêxistina Efûya Navnetewî bertek nîşanî 11 sal cezayê girtîgehê ya Manahal El-Otabî hat birîn da û got: "Rayedarên Siûdî eşkere kirin ku reformên mafên jinan pûç in."

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bertek nîşanî biryara 'Dadgeha Dijî Terorê' jji ber di hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de der barê mafên jinan de parvekirin kiriye  cezayê girtigehê li parêzvana mafên jinan Manahel al-Otaibî birîn da. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Al Qst, ku navenda wê li Londonê ye û rêxistineke mafên mirovan a Erebistana Siûdî ye diyar kirin ku Manahel El-Otaibî ji ber bijartina cil û bergên wê û parvekirinên wê yên "wesayetiya mêr ji holê rakiriye" li ser medyaya dîjîtal hatiye girtîgehê.

'Reformên mafên jinan vala derketin'

Rêvebirê kampanyaya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Erebistana Siûdî Bissan Fakih jî diyar kir ku cezayê 11 sal girtîgehê yê ku ji Manahel el-Otaibî re hatiye dayîn zulm û neheqî ye û got: “Bissan Bi vê hevokê rayedarên Erebistana Siûdî nîşan dan ku reformên mafên jinan ên ku di van salên dawî de gelek caran anîne ziman pûç in û biryardariya xwe ya sar a ji bo bêdengkirina muxalefeta aştiyane nîşan da."

Seroka berevaniyê ya Al Qst, Lina Alhathloul, şîrove kir: "Baweriya Manahel ku ew dikare bi serbestî tevbigere, dikaribû bibe reklamek erênî ji retorîka Muhammed Bin Selman re ku pir tê gotin ku ew rêberiya reformên mafên jinan li welat dike. Di şûna wê de, bi girtina wê û sepandina vê cezayê hovane, rayedarên Siûdî carek din cewhera keyfî û nakok a reformên xwe yên bi navê xwe û îradeya xwe ya berdewam a kontrolkirina jinên Erebistana Siûdî nîşan dan.”