Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk banga diyalogê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî rûxandina rejîma Sûriyê, li ber avahiya rêveberiyê ya li Reqayê daxuyaniyek da çapemeniyê diyar kir ku ew ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne.
Reqa – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî rûxandina rejîma Sûriyê, li ber avahiya rêveberiyê ya li Reqayê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat dayîn. Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Swêdî daxuyaniya bi Kurdî xwend.
Evîn Swêdî, di destpêka daxuyaniyê de got ku “Di serî de em rûxandina rejîma zalim a Sûriyê li hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin û gelê me yê ku di oxira azadî û wekheviyê de tişta herî giranbuha da, silav dikin.” Evîn bi bîr xist ku ev 14 sal in têkoşîn û pevçûn berdewam dikin û ragihand ku piştî van 14 salan, rejîma Sûriyeyê ya zalim bi hemû sazî û artêşa xwe ve, hatiye hilweşandin. Evîn da zanîn ku vê rejîmê nasnameyên neteweyî û çandî yên pêkhateyên Sûriyê paşguh dikir, siyaseta binpêkirinê li dijî hêza demokratîk dimeşand û mafên gelên Sûriyê înkar dikir.
‘Bi hezaran şehîd, gelek êş û binpêkirin’
Evîn diyar kir ku hikûmeta Sûriyê netewperestî, olperestî û mezhebperestî esas girtiye û bûye sedem ku Sûriye ber bi rewşên xirab ve biçe. Evîn wiha berdewam kir: “Ew bû sedema kuştina bi sed hezaran û koçberkirina bi milyonan ji gelê Suriyeyê. Me weke pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêmên me yek ji herêmên Sûriyeyê yên herî zêde rastî zilm û neheqiyê dihatin, ji bo parastina gelê xwe bi hezaran şehîd dan, me êş kişand û em em rastî gelek binpêkirinan hatin.”
‘Rejîma Sûriyê guh neda bangewaziyên ji bo çareseriyê’
Evîn Swêdî destnîşan kir ku di salên borî yên şoreşê de, tevî hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo dîtina çareseriyek ji pirsgirêkên Sûriyê yên bi rêyên aştiyane jî, rêjîmê siyasetên xwe yên dûrxistinê berdewam kiriye û ji diyaloga cidî û çêker dûr ketiye. Evîn da zanîn ku siyaseta demê, rê li ber mezinbûna krîza Sûriyeyê ya bi awayekî zêdetir vekiriye.
‘Hemû derfet hatin peydakirin’
Evîn Swêdî anî ziman ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di nava salên krîzê de hemû derfetên xwe peyda kirine û wiha got: “Ev yek ji bo çareseriyeke aştiyane ya ji bo dozên li Sûriyeyê pêk hat, lê rejîma Sûriyê bersiva vê xebatê neda û ji ber wê jî ew berpirsa bûyerên ku îro li Sûriyê diqewimin e.”
‘Em li ser soza xwe ne’
Evîn Swêdî da zanîn ku ew dilsozên pîvanên ku di heyama borî de li ser wan kar kiriye nin û wiha pê de çû: “Em wek beşek ji pêkhate û ji erdnîgariya Sûriyê, em dê ji bo parastina yekîtiya gelê Sûriyê û yekrêziya axa Sûriyê, kar bikin. Em ê zimanê diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bêyî dûrxistina ti aliyekî li Sûriyê, esas bigirin. Em teqez dikin ku em ê di avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng a ku mafên hemû gelên Sûriyê bêyî cûdahî misoger bike de, roleke pêşeng bilîzin. Em bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyê dikin ku demên berê bînin ber çavan û dersan jê derxînin, her wiha ji bo ku welat ji aloziyê bê derxistin, bixebitin.”
‘Em bi hev re xizmeta hemû gelên Sûriyê bikin’
Evîn Swêdî bang kir û got “Werin em vê qonaxê bikin rûpeleke nû ku em bi hev re hevkariyê bikin da ku em bigihîjin lihevkirinên ku xizmeta berjewendiyên hemû gelên Sûriyê bike. Em bang li her kesî dikin ku dûrî siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku rejîma Sûriyê di demên borî de esas girt, bisekinin.” Evîn ragihand ku ew wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji diyalogê re amade ne, destê xwe didin hemû aliyên Suriyê da ku bi hev re nîşaneyên Sûriya pêşerojê, xêz bikin."