Ji RAWA’yê Azada Omîd: Jinên Efgan dê rûyê Talîbanê aşkere bikin

Ji RAWA’yê Azada Omîd diyar kir ku ên ku piştgiriya polîtakayên dijminatiya jinan ya Talîban kirine ji bîr nakin û da zanîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

 ŞAHLA MOHAMMADÎ

Navenda Nûçeyan – Endama Yekîtiya Jinên Şoreşger ya Efganistanê (RAWA) Azada Omîd têkildarî polîtakayên Talîban ên dijminatiya jinan û têkoşîna jinên Efganistanê de ji ajansa mere nirxand.

Azada Omîd bal kişand her roja ku diçe sûcên Talîban zêde dibe û got: “Talîban ku gelek jin û mêran digre, îşkence li mirovan dike û qetil dike. Li navendên perwerdê ji ber çalakiyên întihar û teqînan zarok û ciwanan qetil dikin. Dizîn û talan gihaye lutekeyê, gelek mirov têhnî xwînê bûne, ji bo bi Talîbanê re eleqeder nebin ji jiyana xwe gilî nakin. Gendelî û ruşwet jiyan mirovên xizan tarî kiriye. Ne tenê hikumet û wezîrê edaletê, di heman demê de îstixbarat û polîsên Talîban ji sûcdaran ruşwetê digre û para qezenc dikin. Jinên ciwan ku tên revandin li beramberî pareyan tên berdan. Malên xizan ji bo di jiyanê de bimînin zarokên xwe firotin. Gelek ciwan, destpêkê Îran û Pakîstan ji bo pirsgirêkên aborî çareser bikin her roj koçî welatên cîran dikin. Piraniya wan weke cenazeyekê bi madeyên hişber ve tên girêdan.”

‘Mafê jinan hatiye sînordarkirin’

Azada Omîd, da zanîn ku zextên li dijî jinan zêde bûne û got: “Mafê jinan yê geştê hate sînordarkirin. Jinên xwepêşander hatin qetilkirin, rastî îşkence û tecawîzê hatin. Jin û zarokên keç weke hevjîna sêyem yan jî çarem neçar dibin bi rêveberên Talîban re bi zewicin. Wezareta rênîşana îslamî destur nade jin û ciwanên Efganî li bajar û bazaran bi awayek azad bigerin. Yek ji seyên herî wehşî yê Talîbane. Di dewriyeyên ku rojane di avêjin, cilên jinan, rihên ciwanan qontrol dikin. Di heman demê de guhdarkirina mirovan ya muzîkê û keyfxweşiya wan asteng dikin.”

‘Bi rêxistinbûnê me têkoşîna xwe berdewam kir’

Azada Omîd bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û Rojhilata Navîn û wiha dom kir: “Me jî bi awayên cûda têkoşîn berdewam kir. Li dijî gef û êrîşan me hê zêdetir xwe rêxistin kir û têkoşîna xwe berdewam kir. Bi taybet bi rêya medyaya dijîtal xebatên hişmendîkirin, propagandeya siyasî, ji bo jinên ciwan ku ji dibîstanê bê par mane ji xwnedin û nivîsê, heta astên bilintir, xebatên rêbazên fêrbûnê me berdewam kir. Dema ku em li rêjeya kêm ya xwendin û nivîsînê di nava jinên mede binêrin, xebatên perwerde û hişmendiyê giringî qezenc dike. Jinan dîtin ku perwerde û hişmendî nebe, wê nekarin zincirên giran ên tundiya di nava male de, faşîzma dînî, xulamên emperyalizme bişkênin dîtin.”

‘Wê rûyê rast yê Talîban jinan bidin nîşandan’

 Azada Omîd destnîşan kir ku di demên dawî de Talîbana dijminê jinan, ji aliyê navên cûda û sponsorên vekirî û veşartî ên biyanî ve tên piştgirîkirin û got: “Gelek jin û mêrên ku ji aliyê CIA ve hatine perwerdekirin ku asan bikin ku Efganistan teslimi Talîban bibe hebûn. Hemû rejimên zilm ên li cihanê piştgiriya Talîban kirin, ji bo nîşanbidin ku Talîban hêzek medenî û pêşketiye, dest bidin destê hev, jinên Efganî ên ku êşê dikêşin wê cardin rûyê rast ê Talîban derbixwe holê û wê wan efû nekin.”

 ‘Jin tu caran teslîm nebûn’

Azada Omîd di dawiya axaftian xwe de ev tişt anî ziman: “Yekitiya Jinên Şoreşger ya Efganistanê (RAWA) bawer dikin ku Talîban li welatê me dijminê jinan û dijiminê bi xwîn hene. Jinên zana, tu caran teslîma zagona çerxa navîn nebûne û bi zanabûnek hê mezin ya siyasî avakerên Talîban û DAÎŞ ên dijminê jinan koka wan hişk dike. Talîban û hemû hêzên bi kok, berdewamiya xwe ya a bi şerm û di jiyanê de mayîn ne tenê di hemû muxalîf û tepesandina xwepêşanderan û dibin esaretê de dibînin, di heman demê de jiyana gelê me, pêşketina wan, di hişkkirina koka xweşiyê de dibînin.”