Ji Qamişlo piştgiriya Mexmûrê: Hun nikarin îrade me bişkînin

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hewldanên artêşa Iraqê ya dorpêçkirin û sînorkirina Mexmûrê meşiyan. Jinan bang li gelê Mexmûrê kir ku li ser piya bimînin, her wiha tekez kirin ku ew ê piştgiriya wan bikin.

Qamişlo- Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê dixwaze derdora Wargeha Şehît Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Piştî berxwedana şêniyên wargehê hewldanên artêşa Iraqê şikiya heya niha jî gel li dijî polîtîkayên dorpêçê li ber xwe didin. Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgirtina gelê Mexmûrê û berxwedana wan, di bin dirûşmeya “Bi êrîş û çemberan hun nikarin îrade me bişkînin” li bajarê Qamişlo meşek lidar xistin.

Meş ji Navenda Mihemed Şêxo ya Çand  û Huner dest pê kir û li nava bazara bajarê Qamişlo veguherî mêtîngê.

‘Cihê mar û mişkan veguherandin buhuşt’

Zîn Aslan ji bajarê Qamişlo ya beşdarî meşê bûbû destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê xwedî li gelê Mexmûrê derneket di demên êrîşên Tirkiyeyê de ku ew gel bi xwe berxwedanî kir û wiha pêde çû: “Berxwedana ku nirxê û ruhê jinan diparêze, em wê silav dikin. Hikûmeta Iraqê û piştgirê wê dewleta Tirk û KDP’ê şermezar dikin. Di sala 1992 gelê Mexmûrê ji ber êrîşên dewleta Tirk penaber bûn. Ta ku ew gel gihişt Iraqê; zarokên wan di deşt û çiyan de jiyana xwe jidest dan. Ew wargeh cihê mar û mişkan bû, belê gelê me ew cih veguherand cihekî ku lê werê jiyankirin. Gel bi xwe sîstemeke exlaqî û çandî dan avakirin bêyî ku hewcedarê hikûmeta Iraqê û Başûr bibin, mafê wan tune ye ku Mexmûr parçe û çember bikin.”

‘Hun ne bi tenê ne’

Zîn Aslan tekez kir ku dê şeref û nasnameya Mexmûrê biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li her mirovekî dikin ku xwedî li Mexmûrê derkevin, Mexmûr şeref û nasnameya me ye. Komploger dixwazin pilanên xwe li Mexmûrê pêk bînin, ji lewra em dibêjin ku hun ne bi tenê ne. Gelê Mexmûrê ji bo me pir tişt kir, loma pêwîst e em jî wekî gelê Rojava, nasnameya wan biparêzin. Heya dawiyê em bi we re ne.”