Ji Qamişlo peyama 13’emîn salvegera Şoreşê: Têkoşîn didome

Şêniyên bajarê Qamişlo, salvegera 13’emîn ya Şoreşa Rojava bi şahiyekê pîroz kirin. Ji qada pîrozbahiyê peyama dê têkoşîn û berxwedana me didome hat dayîn.

Qamişlo - Şêniyên bajarê Qamişlo û bi pêşengtiya Tevgera Çand û Huner salvegera Şoreşa Rojava ya ku di  19’ê Tîrmehê de li bajarê Kobanê destpêkir bi şahiyekê pîroz kirin.

Şahî bi dirûşmeya “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê  em ê Sûriyeke Demokrat ava bikin” û bi tevlîbûna bi hezaran li Parka Azadî hat lidarxistin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl salvager şoreşê li tevahî haziran pîroz kir, hemû şehîdên şoreşê bibîranî û silavên xwe ji Rêber Abdullah Oclan re şandin.

Aldar Xelîl diyar kir ku ev 13 sal bi ser destpêkirina şoreşê re derbasbû, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin, berxwedan û ked hatin dayîn, xebat hatin meşandin û wiha anî ziman: “2011`an pir kesan digot tenê bila rêjîm hilweşe, lê bi saya fikr û ramanên Serok Apo Şoreşa Rojava ji bo pêşxistina netewa demokratîk a xwe dispêre birêxinstbûyîna civakê şoreş berdewam dike. Ev şoreş isbat dike ku dê têkoşîn bidome.”

'Bi hêz û îradeya gel me şoreşa xwe parast'

Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid jî axivî û diyar kir ku ew îro weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin.

Bêrîvan wiha berdewam kir: “13 sal derbas bû gelê herêmê bê dudilî li ber xwe da, li qadan bûn û bi pêşengtiya jinên Kurd û hevgirtina jinên Ereb û Suryan şoreşa xwe pêş xistin û şoreşa xwe parastin. Ev mîrase bi saya şehîdên jin ên pêşeng, li herêmê, berava Sûriyeyê û Siwêdayê hate dîtin.”

Bêrîvan ev li gotinên xwe zêde kir: “Xwestin beriya 13 salan me jî qir bikin, lê bi heycana gelan, hêz û îradeya gel me karîbû şoreşa xwe biparasta. Li dijî destkeftiyên me êriş hene, siyaseta wan li ser hemû gelan e. Naxwazin em bi awayekî demokratîk bi hev re bijîn û em ê bi heyecana şoreşa xwe saziyên xwe biparêzin.”

‘Jin di hemû qadan de pêşengtî kirin û bûn sembola berxwedanê’

 Rêveberiya Malên Jin ya Kantona Qamişlo Behiya Murad a ku beşdarî şahiyê bûbû nêrînê xwe bi me re parve kir. Behiya Murad salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Ev 13’e sal in li ser şoreşa Rovaja re derbas dibin. Şoreşa Ku bi pêşengtiya jina Kurd hat li darxistin em li tevahî şehîdên azadiyê, Malbatên Şehîdan û Rêber Apo pîroz dikin. Di vê şoreşê de gelek destkeftî me jinan bi dest xist her wiha jiyaneke hevbeş di nava hemû pêkhateyan hat avakirin û bi rihê Netewa Demokratîk kar û xebat di hemû saziyên Rêveberiya xweser de hat meşandin. Jinan roleke pir girîng leyist din nava şoreşa Rojava de û di hemû qadên jiyanê de bû pêşeng li gêlek hevalên mêr mil bi mil kar kar kirin. malên jin, weqfa jin, asayîşa jin dan avakirin ev destkeftiyên pir mezinin ku me dan avakirin. Em weke jin daxwaza mafê xwe di Suriya nuh de dikin gerek mefê jinan di destûra Sûriyê de misoger bibe û em weke jinên kurd dest bi dest bi jinên Sûriyeyê re kar û xebat bidin meşandin em azadiyê misoger bikin. Em weke jinên kurd heta dawiyê em ê têkoşîn bikin û li ber xwe bidin heta ku am azadiya xwe û Rêberê xwe misoger bikin.”

Piştî axaftinan Hunermed, Şehrîbana Kurdî, Şerîfê Omerî, Helbestvan Ferhad Merdê stran gotin. Koma Hêva ya stranan û Koma Govendê ya Yersûso ya Suryanî stran gotin û dîlan gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Gelan”, gerandina dîlanan bi dawî bû.