Ji qada tendirûstî heyanî aborî jin pêşengiyê dikin

Qadên ku çend sal berê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn dagirkirin, piştî ku yek bi yek ji wan hatin paqijkirin ketin destên xwediyên xwe. Jinên Çiyayê Kizwanan li wan qadan pêşengiyê dikin û warê xwe diparêzin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Çiyayê Kizwanan li Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dikeve sala xwe ya 9’an ku YPJ/YPG’ê ew ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî 9 salan jin dikaribûn di qadên ku çeteyên DAIŞ’ê li wan qedexe kiribûn de cih bigrin, gavên şênber bavêjin û vê rewşê weke "Gava ber bi xwebûna xwe ve" pênase bikin.

Ji Komîteya Aborî ya Meclisa bajarokê Xera, Sewsen Silêman, ji qada rêxistinî rêvebera Kongra Star Cewahir Mihemed û ji qada tenduristiyê jî endama Navenda Tenduristiyê Şeyîma Ehmed ji ajansa me re axivîn.

Sewsen Silêman di destpêka axaftina xwe de qonaxên ku jinan di qada aboriyê de jiyane wiha anî ziman: "Di serdema rejîma Baasê de jin di qada aborî de ne azad bûn, ne yên xwe bûn, her dem di bin bandora sîstema desthilatdar û hişmendiya baviksalarî de diman. Piştre qonaxa dagirkeriya Cebhet El-Nusra li ser Çiyayê Kizwanan dest pê kir. Wê demê ji ber ku  'ewlehî' nema êdî malbatan ji tirsê rê nedan keç û jinan tevgera xwe weke berê bidomînin û biçin berhevkirina pembo yan jî li nava zeviyan çandiniyê bikin, biçin Çiyayê Kizwanan û ne jî rê dan ku biçin tirûfên çolê kom bikin. Dorpêçkirin bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser Çiyayê Kizwanan êdî eşkere bû ku çeteyan zagonên di bin navê parastina jinan de di warê ola îslamê de, ferz kirin. Di vir de ji çandiniyê heta koçeriyê, li kolanan heta bajarokan û li ber deriyên malê jî êdî jin tunebûn, tenê li wan deran mêr dihatin dîtin, weke cîhaneke tenê ji mêran pêk were dihat dîtin."

Pêşxistin û rêvebirina proje û kooperatîfan

Sewsen Silêman pêvajoya ku jinan piştî rizgarkirina Çiyayê Kizwanan dest pê kirin wiha bi bîr xist û got: "Jin di hemû qadan de û bi taybetî di qada aborî de êdî azad bûn. Ji dorpêçbûnê ber bi azadbûnê ve, hesteke ku nayê bilêvkirin e. Êdî jinan dest bi pêşxistina projeyên ku pêwîstiya herêma wan pê heye kir. Mîna projeyên çêkirina firinan, çandinî, xwedîkirina mirîşkan, dirûtin û hwd. êdî jin projeyan bi pêş dixin û bi xwe birêve dibin. Di qada aborî de jinan gavek ber bi aboriya komînal ve avêtin û gotin 'em jî dikarin bikin.'

Di serdema rejîmê de her dem jin mecbûrî destvekirina li ber mêr bûn, di dema dagirkeriya çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê de jî jin hatin dorpêçkirin lê di heyama Rêveberiya Xweser de êdî jin xwedî aboriyek xweser bûn, projeyan bi pêş dixistin û bi xwe birêve dibirin. Qonaxên zor bûn lê di her qonaxê de jî jin dikaribûn rola xwe bilîzin. Welatê me di nava êrîş û dorpêça aborî de ye, ji bo ku em bikaribin vê krîzê li ser civakê sivik bikin divê ku jin li her derê proje û kooperatîfan bi pêş bixin."

Jinên Çiyayê Kizwanan nasnameya Kongra Star girtin

Cewahir Mihemed da zanîn ku rêxistinbûyîna jinên Çiyayê Kizwanan bi ramanên Rêber Abdulla Ocalan pêkan bûye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji ber baweriya me bi fikrên Rêber Ocalan hebû, li ser wî bingehê di semîner û civînên xwe de em rêxistinbûyîna jinan armanc dikin. Weke rêxistina Kongra Star em dikaribûn gelek dozên civakî çareser bikin û edaletê pêk bînin. Bi taybetî dozên jinan, ji ber ku herî zêde jin rûbirûyî tundiyê tên. Civak êdî jinan weke zayend û xwedî maf dibîne. Ocalan nebûya wê tu jinê xwe nas nekira, ji lewre divê jin bizanibe doza wê çi ye û ji bo wê dikare çi bike. Em şehîd Bêrîtan Cûdî ya ku di oxira parastina jinan û civaka Çiyayê Kizwanan, ji dagirkeriya DAIŞ’ê de canê xwe da de, pêşenga xwe dibînin, ji ber tişta ku Bêrîtan ji bo me kir kesek din nikare bike. Encama têkoşîna 9 salan îro jin pêşengiya hilbijartinên 11’ê Hezîranê ya ji bo avakirina şaredariyên demokratîk û ekolojîk dikin. Dengdayina jinan ji namzedên jin re hêzdayina hev ji bo pêşerojeke baştir re ye. Em ê xwedî li gava ku me avêtiye derkevin û ji hev re bibin stûn û nasnameya xwe biparêzin."

Ji bo tenduristiya jinan xizmetên Navenda Tenduristiyê didomin

Şeyîma Ehmed jî bal kişand ser qada tenduristiyê û wiha pêl da gotinên xwe: "Jin di warê tenduristiyê de lênêrîn û xizmetên tenduristiyê yên ku ji mafên wê ne, di hebûna DAIŞ’ê de jê bêpar bûn. Ji bilî sanciyên zayînê, jin gihîştine asta mirinê ji ber rêgirtina çeteyan ji çûyîna cem bijîşk û serîlêdana navendên tenduristiyê re. Di wan deman de ne bijîşk, ne navendên tenduristiyê û ne jî dermangeh hebûn, jinan her bi êş û janên xwe re şer kirin. Tûgaya El-Hisbê ku ji jinên serçete hatibû avakirin, erka wê ya sereke têkbirina psîkolojiya jinan bû. Gefên kuştinê û zextên li ser psîkolojiya wan, hişt ku bi jinan re bêbawerî bi pêş bikeve. Lê niha rewş cuda ye, niha navendên tenduristiyê, bijîşkên jin, dermangeh, xizmetên tenduristî û derûnî bo jinan tên pêşkêşkirin. Li gorî demên berê, psîkolojiya jinan gelek baş e. Niha jî weke navend em ji derveyî dermankirina nexweşan, civak û jinan ji nexweşiyên sivik û giran ên jinan bi semînerên xwe perwerde dikin û wisa xizmetên me didomin."