Ji qada Karamayê bang: Ji bo gelê xwe em dakevin qadan

Jinên Suveydayê ku ev 2 meh in li Qada Karama li berxwe didin banga mezinkirina rêxistinbûn û hevgirtinê kirin û gotin, "Divê em ji bo mafên xwe dakevin qadan."

Suweyda - Xwepêşandanên gel ên li parêzgeha Suweydeya Sûriye, di meha xwe ya dûyem de berdewam dike. Bi daxwaza hilweşandina hikumeta Şamê û pergalek demokratîk ya rêvebirinê, jin pêşengiyê ji gelên ku hatine qada Karama dikin.

Asima Al-Nabwani ku beşdarî xwepêşandanê bûye wiha got: “Ji ber aboriya xirab ya ku zarokên me neçarî koça derveyî welat dikin em daketina qada Karama. Cardin di girtîgehên hikumeta Şamê de gelek girtî hene. Divê bên berdan. Daxwazên me yên bingehîn ew e ku em jiyanek bi rûmet jiyan bikin. Em bang dikin ku jinên Sûriye piştgirya xwepêşandanên me bikin. Li mafê xwe bigerin.”

‘Ji bo azadiyê em daketin qadan’

Mathalia Abbud a ew jî beşdarî xwepêşandanan bûye wiha got: “Ji bo gelê Sûriye ev bi salane tê biçûkxistin û di rewşek xizan de ye. Em dixwazin rejim were hilweşîn, bi daxwaza azadiyê em daketine qadan. Em ê bi azad û piştevaniya xwe wê çalakiya me bilind bibe.”