Ji PYD'ê Pervîn Yûsif: Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser hemû gelan e

Endama PYD'ê Parvîn Yûsif da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro bandor li hemû gelan kiriye û got, "Ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê li dora Rêber Apo bibin yek."

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ya di sedsala 21’emîn de bû felsefeya jiyan û azadiyê ya tevahî jinên cîhanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di pergala îşkence ya Îmraliyê tê girtin û 23 meh in tu agahî jê nayê wergirtin. Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk Pervîn Yûsif destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û tecrîda li ser hemû mirovahiyê ye.

'Gel di bin tecrîdê de ye'

Pervîn Yûsif, bi bîr xist ku hevdîtinên Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzerên wî re hatiye astengkirin û armanca tecrîdê wiha anî ziman: “Armanca dewleta Tirk ne tenê girtina Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve, pêşîgirtina li belavbûna fikrên wî ye. Ji ber tirsa ramanên xwe di bin tecrîdeke tund de tên girtin. Armanca Rêber Ocalan azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Çareseriya krîzên Rojhilata Navîn bi xwe ye. Krîzeke aborî, siyasî, leşkerî û jiyanî heye ku ne tenê Kurdistanê, li tevahiya cîhanê bandor dike. Hemû welatên kapîtalîst ên dîktator dixwazin qeyranên nû biafirînin. Dixwazin her kesî ji rastiya xwe û fikrê Rêber Ocalan dûr bixin."

'Gel ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe'

Pervîn Yûsif da xuyakirin ku gelan li derdora pergala ku bi fikrê Abdullah Ocalan pêşketiye bi hev re dijîn û diyar kir ku gel li dijî tecrîdê têdikoşin û got, "Dema ku Rêber Apo anîn Tirkiyeyê, gelek kesan bi dirûşmeya ‘Hûn Niharin Roja Me Tarî Bikin’ bedena xwe dan ber agir. Îro ji bo pûçkirina vê komployê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têdikoşin. Lê divê em hîn zêdetir xebatên xwe bimeşînin."

 'Em li dora Rêber Apo bibin yek'

Pervîn Yûsif li ser rola jinan a di belavkirina fikra Abdullah Ocalan de wiha got: “Rêber Ocalan xwediyê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ye. Yên ku pêşengiya avakirina civakek azad û demokratîk dikin, îdeolojiya Abdullah Ocalan belav dikin û ji bo azadiya fîzîkî têdikoşin herî zêde jin in. Rêber Apo azadî, yekîtî, fikir û hêz da jinan. Werin em îdeolojiya wê belav bikin, bi hêza xwe zincîreyekê li dora wê girêbidin û li hember binpêkirinên li dijî vê îdeolojiyê bêdengiya xwe bişkînin.”

Herî dawî Pervîn Yûsif diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û planên ku di şexsê wî de li hemberî wan tê pêkanîn divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin yek.