Ji Platforma Rojnamegerên Jin piştgirî ya ji bo Guler Yildiz

MKGP’ê li hemberî hedefgirtina pêşkeşvana bernameya Jin TV’ê Guler Yildiz ku di kategoriya "Rojnamegeriya Televîzyona Neteweyî" de xelat girt, bertek nîşan da û got: "Em ê dev ji ragihandina rastiyê bernedin."

 
Navenda Nûçeyan- Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotayayê (MKGP) der barê hedefgirtina Guler Yildiz a pêşkeşvan û derhenêra bernameya “Yeşil Pencere/ Şibaka Kesk” a ku di JIN TV. de tê weşandin û ji aliyê Şaxa Odeya Avahîsazan a Enqereyê ya giredayî Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Muhendisên Tirk di çarçorveya “Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran a di Qada Parastinê de” di beşa “Nûçegihaniya Televîzyona Navneteweyî” de hatibû xelatkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniya ku bi sernivîsa “Li hemberî her cure êrîşan, em ê bi ragihandina rastiyan bibin bersiv” hat dayin de, hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê rojnamegeriya bêalî, serbixwe weke sûc tê dîtin, rojnamegerên rast ên di bin hemû şertan de heqîqetê derdixin holê bi girtin û binçavkirinê re rû bi rû tên hiştin.
 “Em polîtîkayên lîncê şermezar dikin”
Di berdewama daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn: "Hedefgirtina hempîşeya me rastiyên têkildarî pêşkêşkirina xwezayê ya bi xesp, talanê ya ji şîrketan re her wiha rastiyên têkildarî xwezaya me ya piştî operasyonên leşkerî tê talankirin, bi raya giştî re parve dike bi vê ve jî girêdayî ye. Desthilatdar û hevkarên wê polîtîkayên qirkirin, talan, bişaftin ên li dijî civakê, zarokan, jin û xwazeyê dixin meriyetê. Divê desthilatdar û derdora wê yê vê yekê dikin jî hebûna pênûsên wêrek ên li dijî kiryarên wan disekinin jî paşçav neke. Hibra pênûsa me, gotina me wêrektî û heqîqet in. Em wekî jinên rojnameger polîtîkayên lîncê yên li dijî Guler Yildiz û Odeya Avahîsazan şermezar dikin û em dubare dikin ku em ê di bin her şert û mercî de rastiyan îfade bikin û tu carî paşve gav neavejin."