Ji Platforma Ewlehiya Hilbijartinê banga ji bo dengdanê

Platforma Ewlehiya Hilbijartinê, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina serokomariyê bi nivîsekê banga “Di 28’ê Gulanê de mil bi mil, li ba hev, nefes bi nefes, ji bo hilbijartina zelal û adil em hemû bi hev re biçin ser sindoqan” kir.

Navenda Nûçeyan- Platforma Ewlehiya Hilbijartinê (SGP), ji bo beşdariya hilbijartina 28’ê Gulanê nivîsek weşand. Di nivîsê de bal hat kişandin ku piştî roja hilbijartinê hatiye diyarkirin, pêvajoyek ne adil dest pê kiriye, çavkaniyên giştî û medya bi awayê bêhiqûqî hatine bikaranîn.

‘Em dixwazin bi bîr bixin ku deng çiqas hêja ne’

Di nivîsê de behsa raporên çavdêriyê yên saziyên navneteweyî hat kirin û mijarên ku di çapemeniya navneteweyî de cih girtine mirov xemgîn dikin û wiha hat gotin:

“Di hilbijartina tûra duyemîn a serokomariyê de divê em hemû biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin. Em dixwazin ji welatiyên ku di 14’ê Gulanê de neçûne ser sindoqan re bibêjin ku deng çiqas girîng in. Divê endamên lijneya sindoqan û muşahidên me careke din peywirên xwe bi cih bînin.”

‘Em bi hemû bi hev re biçin ser sindoqan’

Di metnê de hat xwestin ku divê welatiyên ji herêmê erdhejê yên ku çûne bajarên din, ji bo biçin ser sindoqan organîzasyon ji wan re werin kirin û wiha hat gotin: “Di 28’ê Gulanê em mil bi mil, nefes bi nefes, ji bo hilbijartinek zelal û adil biçin ser sindoqan.”

24 saziyên ku îmze avêtine bin metnê ev in:

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Yekitiya Tebîbên Tirk (TTB), Sendîkaya Hemû Malnişîna, Odeya Endezyarên Elektrîkê (EMO), Weqfa Demokrasiya Civakî (SODEV) Federasyona Elewî Bektaşiyan (ABF), Komeleya Însiyatîfa Mafan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Federayona Komeleyên Cihî Kizilirmak, Yekitiya Mulkiyeyiyan, Komeleya Mezûnên Zanîngeha Teknîk a Rojhilata Navîn (ODTU) (MD), 2025 Tevgera Demokrasiyê ya Ewropayê (Dîem 25 Tirkiye), Foruma Anitpark, Misilmanên Antîkapîtalîst, Yekitiya Ji bo Demokrasiyê (DÎB), Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûr Rojhilat (DGD), Platforma Heq û Edaletê, Korodînasyona Medyaya Cihî ya Hilbijartina 2023, Bijîjkên Diran ên Civakhez, Dilxwazên Tirkiyeyê, Hewldana Hemwelatiyan, Komeleya Hemwelatîbûnê.