Ji PJAK û KODAR'ê bang: Di 16'ê Îlonê de li her qadê amade bin

PJAK û KODAR’ê di yekemîn salvegera serhildana ‘Jin jiyan azadî’ de bi gotina “Di 16'ê Îlonê de li her qadê amade bin” bang li gelê Kurd û gelên Îranê kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Navenda Nûçeyan – Bi nêzîkbûna salvegera qetil kirina Jîna Mahsa Emînî li Îranê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan xwe ji bo xwepêşandan û bîranîna 16’ê Îlonê amade dikin. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyekê bang li gel kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 16'ê Îlonê destpêka şoreşa “Jin, jiyan, azadî” bû, hat destnîşankirin ku şoreş bi pêşengiya jinan û li ser esasê azadiya jinê pêk hatiye. Di daxuyaniyê de ev tişt cih digirtin: “Wekheviya zayenda civakî, têkoşîna li dijî nijadperestiyê, bi taybetî li dijî siyasetên hovane yên rejîma Îranê, prensîbên bingehîn ên vê şoreşê bûn.”

“Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser bingeha îrade û hêza jinê ya guhertinê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê di her warê jiyanê de guhertineke radîkal çêkir û civakê hembêza xwe jê re vekir. Ji ber ku desthilatdarî û cudakariyê qebûl nake. Jinan îspat kir ku ew ê hemû gelan û çînên cuda yên Îranê bikin yek. Ji ber vê yekê bûn sedem ku armanc û destkeftiyên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' eşkere bibin. Bê şik di pêşengiya jinên azad de ev şoreş wê bi ser bikeve û bigihêje armancên xwe. Yek ji prensîb û destkeftiyên vê şoreşê lihevhatin û yekîtiya di navbera gelan de ye. Kolanan îspat kir ku Kurd, Belûc, Pers, Azerî, Ereb, Gîlek, Mazenî û gelên din pêkhateyên vê şoreşê ne. Lihevhatina ku di şoreşê de derket holê, weke amûra sereke ya bi destxistina armancên şoreşê û guhertinên bingehîn di demokratîkbûna Îranê de derket holê.”

‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe Îran nikare demokratîk bibe’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îran û Kurdistana azad wê di bin siya yekitiya gelan de ava bibe û serkeftinê bi dest bixe û wiha hat gotin: “Bê şik girîngiya pirsgirêkên gelên bindest bi taybetî pirsgirêka Kurd di bingeha şoreşa Îranê de heye. Yek ji sedemên sereke yên zêdebûna krîzên wêranker ên Îranê, mijara zexta li ser gelan e. Yek ji gelên ku herî zêde ji vê zilmê zerer dîtiye jî gelê Kurd e. Ji ber wê yekê heta pirsgirêka Kurd çareser nebe demokratîkbûna Îranê û azadiya gelên din pêk nayê. Stûna sereke ya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Îranê gelê Kurd e ku di vê şoreşê de bi pêşengiya xwe xizmeta tevahiya Îranê kiriye. Naskirina mafên hemû gelan li ser esasê rêgezên azadî û demokrasiyê pêwîstiya bingehîn a şoreşê ye û li dijî faşîzm û şovenîzmê têkoşîneke berdewam pêwîst e.”

'Di 16'ê Îlonê de li her qadê amade bin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya birêxistinkirina civakê û hemleya ku di yekemîn salvegera şoreşê de hatiye amadekirin û ev bang hate kirin:

“Em bang li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin ku tevlî greva giştî bibin, hemû bazar û cihên kar bên girtin û di vê çarçoveyê de hemû gelên Îranê tevlî greva giştî dikin. Em bang li hemû gelê xwe bi taybet gelê Kurd dikin ku di 16’ê Îlonê de li ser gorên şehîdên şoreşê bin. Di yekemîn salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de vê pergala faşîst, tund û qirkirinê bi tundî şermezar dikin û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Bê guman azadî û demokrasiya hemû gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi derketina qadan re dê pêk were. Em piştgiriya xwe ji bo şervanên civaka sivîl û rêxistinên azadîxwaz diyar dikin. Bi vê boneyê em bang li hemû jin, ciwan, rewşenbîr, mamoste, xebatkar, xwendekar, rêxistinên pîşeyî û sivîl, rêxistinên mafên mirovan û parastina jîngehê, nivîskar, hunermend û hemû beşêb derveyî welat ya bi taybetî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê dikin. Di 16’ê Îlonê de li her qadê amade bin. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' şoreşeke çandî û rewşenbîrî ya tevahiya civaka Îranê ye. Li dijî dîktatorî û pergala faşîst a Îranê xebatkirin û têkoşîn meşandin erka hemû kesan e û amadebûna li qadan rê li ber azadî û demokrasiyê vedike. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.”