Ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li dijî êrişan banga yekîtiyê

Gelê bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka başûrê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xist.

Hesekê – Di 16’ê Nîsana 2024’an de dewleta Tirk a dagirker êrîşê qada Metîna ya xaka başûrê Kurdistanê kir. Li dijî van êrîşan gelê bajarê Hesekê bi hemû neteweyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen meşek girseyî li dar xist.

Meşvanan alên Kongra Star, meclisa malbatên şehîdan û pankartên bi nivîsa “Gerîla hebûna me ye” hilgirtin. Meşê li ber çerxeriya Kevokê ya taxa Miftî dest pê kir û li ber çerxeriya Şehîd Serhed bi dawî bû.

‘Armanc dagirkirina herêmê û qirkirina gelê Kurd e’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Elî axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê de bin ket lewma duh êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir. Naxwaze rastiya ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin ku êdî gel nema wî qebûl dike û bi binpêkirina wê di hilbijartinan de dawî lê hatiye were nîşandin. Lewma êrîşî Metînayê kir. Ev êrîş gelê Kurd natirsîne. Li çiyayê Metînayê berxwedanî û têkoşîna 40 salan berdewam dike û wê bi ser bikeve. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser xaka başûrê Kurdistan êrîşeke dermirovî dibînin. Em dixwazin dewleta Iraqê helwesta xwe nîşan bide û qirkirina gelê xwe qebûl neke. Armanc dagirkirina herêmê û qirkirina gelê Kurd e. Gere em li dijî van planan şiyar bin, dem dema yekitiyê ye bila em bi hev re xwedî li çarenûsa gelê kurd derkevin.”

Banga yekîtiyê

Paşê endamê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Mistefa Ehmed teqez kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike û xaka başûrê Kurdistanê dagir bike û got: “Planên qirkirinê bi yekitiya Kurdan dê têk bibe. Li hemberî hebûna gelê Kurd planek neteweyî tê meşandin ji bo ku em xwe û hebûna xwe biparêzin em banga yekitiyê li hemberî dagikeriyê dikin.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedan” bi dawî bû.