Ji parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn çalakiya laçika spî

Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn a bertek nîşanî tecrîd û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk da, laçika xwe ya spî li Desteya Giştî avêt erdê.

Enqere – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Tosûn li Desteya Giştî ya Meclîsê ku hevdîtinên li ser budçeyê lê didomin, ji bo şermezarkirina pergala tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer a hikûmeta AKP-MHP’ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê didomîbe, laçika we ya spî avêt Desteya Giştî ya Meclîsê.

Neçareserkirin civakê ber bi karesatê ve dibe’

Remziye Tosûn diyar kir di pêvajoyekî ku polîtîkayên zextê hildikişê lê li dijî vê berxwedan bilind dibe de dijîn û wiha got: “Ji bo aştiya bi rûmet a civakê têkoşîn kirin erka me ya herî bingehîn e. Em ê gotina 'Ne ji şer e, ji aştiyê re budçe’ bidomînin. Li girtîgehan di salekê de 73 girtî jiyana xwe ji dest dan. Lijneyên Îdare û Şopandinê ATK-yên mirin belav dikin. İsrarkirina di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de, civakê ber bi karesatê ve dibe. Di qonaxa ku em hatin de her rêbaza zêxtê hat bikaranîn û berdewam e. Ên di neçareserkirinê de israr kir rû bi rûyê berxwedanê bûn.

‘Bila riya aştiya birûmet bê vekirin’

Rezmiye Tosûn diyar kir rêbazên ku di neçareserkirinê de israr kir rû bi rûyê berxwedanê bûn û bi van gotinan laçika xwe avêt Desteya Giştî: “Li dijî tariya salên 90’î Dayikên Şemiyê bi berxwedana xwe bûn pêşeng. Dayikên Aştiyê û jin li dijî şer têdikoşin. Li gelek derên welêt nobetên ji bo aştî û edaletê berdewam in. Me ji her demê bêhtir pêdivî bi aştiyê heye. Di şer de yên herî pir bandor li wan dibe jin in. Jinên ku li gor kevneşopiyên me laçika xwe ya spî diavêjin, divê îro vê hêzê bi kar bînin. Ji bo dawî li pevçûnan bê, pergala tecrîdê rabibe, aştî bê ser vê erdnîgaiya birûmet, ez laçika xwe diavêjim vê derê ku biryarên ji bo şer lê tên dayîn. Bila operasyon bên rawestandin, tecrîda Îmraliyê bê rakirin, rêya aştiya birûmet bê vekirin.“