Ji NY’ê ji bo Xezayê banga lezgîn: Êrîş alarm didin

Hejmara miriyên di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de gihîşt 21 hezar û 507’an. NY’ê diyar kir ku êrîş ‘Alarm didin’ û banga berpirsyariyê li hemû aliyan kir, Başûrê Efrîqayê li dijî Îsraîlê li Dîwana Edaletê ya Navnetewî de doza qirkirinê vekir.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê ve daye destpêkirin, berdewam dikin. Di êrîşan de herî kêm 8 hezar û 800 zarok, 6 hezar û 300 jin jî di nav de hejmara Filistîniyên ku jiyana xwe ji dest dane bû 21 hezar û 507 hejmara birîndaran jî bû 55 hezar û 915.

‘Zêdeyî 200 cîwarên dîrokî û çandî hilweşiyan’

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa ragihandinê ya hikumetê li Xezayê hat dayîn de hat diyarkirin ku di nava cihên di êrîşan de hatine hedefgirtin de mizgeftên dîrokî, dêr, dibistan, muze, malên dîrokî û cihên din ên cuda yên çandî hene. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li herêmê ji 325 cîwarên çandî, zêdeyî 200 hilweşiyane. Hat diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê li ser mîrasa çandî ya Filistînê, kûrahiya dîrokî ya Xezayê û hewldana wan a ji holêrakirina belgeyan ne serkeftî bûye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Zîvala Xezayê ku malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye hinek ji qadên dîrokî û mîrasên çandî di demên Fenîkî û Împaratoriya Romayê de, hinek ji wan jî beriya Mîladê 800 û 1400 salan, hinek ji wan jî aydî beriya 400 salan in.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku Îsraîl bi êrîşên ku mîrasa çandî dike hedef de li gorî hiqûqa navneteweyî sûc dike. Bang li saziyên navneteweyî yên eleqedar hat kirin ku hêzên dagirker divê vî sûcê sîstematik ê ku li Xezayê pêk tîne demildest rawestînin û cihên ku xisar dîtine restore bikin. 

Li Şariaya Rojava bi ser gelek malan de girtin

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a Filistînê WEFA’yê; Hêzên Îsraîlê di saetên şevê de bi ser El Halîl, Kalkilya û Ramallahê de girtin. Di serdegirtina gelek xalên li bajarokê Yatt ê li Bakurê El Hilîl de di navbera hêzên Îsraîl û Filistînê de pevçûn derket di encamê de 4 Filistînî bi guleyan birîndar bûn. Hêzên Îsraîlê di dema serdegirtinê de ketin malan û wesayîd rewestadin, lêgerin kirin.  

Li bajarokê Azzun ê rojavayê Kalkilyayê di navbera hêzên Îsraîl û Filistînê de şer derket. Leşkerên Îsraîlê li hemberî Filistîniyan guleyên rast, deng û bombeyên gazê bi kar anîn. Hêzên Îsraîlê di serdegirtinên li bajarokê Beyta Kusta û li Nablusê, li ser qampa koçberan a El-Celezun a Bakurê Ramallahê de ketin malan û hejmarek zêde Filistîniyan binçav kirin.

Ji bo berpirsyariyê banga lezgîn hat kirin

Sekretere Giştî ê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ku li Xezayê di navbera Îsraîl Hamas û komên din de pevçûnên dijwar diqewimin. Hat diyarkirin ku gelek bi fikar in ev rewş belavî herêmê bibe. Antonio Guterres destnîşan kir ku wê ev ji bo hemû herêmê encamên gelek xirab bi xwe re bîne û got: “Li Xezayê şer çiqas berdewam bike, wê metirsiya belavbûna herêman û rakêşan û hesabên xelet hatine kirin zêde bibe.”

Antonio Guterres destnîşan kir ku li Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriyê de ji ber operasyonên dijwar ên Îsraîlê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Antonio Guterres bi bîr xist ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Lubnanê de bandorê li aramiya herêmê dike. Antonio Guterres banga bi lez a xwînsariyê li hemû aliyan kir û li herêmê rakêşanê dabixin.

 Antonio Guterres bal kişad ser geşedanên li Iraq, Sûriye û Derya Sor û bang li endamên civaka Navneteweyî kir ku hemû hêz û nufûsa xwe bi kar bînin û zêdebûna rakêşana li herêmê asteng bikin, demildest agirbesta mirovî bê pêkanîn û hemû dîl bê şert û merc werin berdan. 

‘Rewşa Rojhilata Navîn alarm dide’

Li Konseya Bilind a Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, demildest rûniştina Îsraîl-Filistînê hat lidarxistin. Di rûniştinê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê berpirsê Rojhilata Navîn NY, Asya û Pasifîk Khaled Khiarî axivî û da zanîn ku ji bo pêşerojek azad yekane çareserî, careke din înşakirina riya siyasî ye û destnîşan kir ku rewşa li Xezayê her diçe xirab dibe û got: “Rewşa li Rojhilata Navîn alarm dide.”  Khaled Khiari bi bîr xist ku li Şeriaya Rojava ya di bin dagirkeriyê de rakêşan zêde bûye û got: “Di hefteyên dawî de piştî întîfadaya duyem, şahidiya oparasyonên Îsraîlê yên herî dijwar kirine.” Khaled Khiari destnîşan kir ku tundiya bi cihbûnê berdewam dike û ev rewş gelek metirsîdar e.

‘Em kesên hezkiriyên xwe xistin torbeyên plastîk ji bîr nakin’

Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Majed Bamya jî diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên berfireh 2,3 milyon Filistînî hedef digrin û got: "Zêdetirî 80 roj in 2,3 milyon Filistînî ji bo jiyana xwe şev û roj têdikoşin"

Mecîd Bamya bal kişand ku daxuyaniyên rayedarên Îsraîlê bi zelalî armanca tawanan eşkere dike û got: "Armanc ew e ku komek mirov bên îmhakirin, bi zorê koçber bibin."

Majed Bamya da xuyakirin ku Îsraîl wê tu carî ji sûcên xwe berpirsyar neyê dîtin û got: "Li ser navê gelê ku rastî qirkirinê hatiye, çi dikare bê gotin?" pirs kir. Majed Bamya diyar kir ku komkujî wê rojekê biqede lê gel nizane ku tiştên gel jiyana kiriye çawa ji bîr bikin û wiha berdevam kir:

Em ê çawa ji bîr bikin ku me nikaribû hezkiriyên xwe bi rûmet binax bikira, me ew xistin nav torbeyên plastîk, 8 hezar zarokên Filistînî bêyî ji ser hişê wan bibin emeliyat bûn. Hûn qîrîna wan dibîhisîn? Hûn êşa wan hîs dikin? Hûn qet xeyal dikin ku ew zarokên we ne? Mirov çawa komkujiyê ji bîr bike lê dîsa jî dê ji me re were gotin ku tiştê we di nav 75 salan de jiyaye li pişt xwe bihêlin.”

'Dibe ku di pêşerojê de vebijarka du dewletan ne mumkin bibe'

Cîgirê serokê saziya ramanê ya Carnegie Endowment Marwan Muasher diyar  ku Filistînî têra xwe êş kijandine û wiha got: “Divê destpêkê şerê ku li Xezayê diqewime bi temamî were sekinandin.” Merwan Muaşêr hişyarî da ku çareseriya du dewletan ku îro dijwar xuya dike, dibe di pêşerojê de ji ber rastiyên demografîk û siyasî ne mumkin bibe.

Afrîkaya Başûr doza ‘qirkirinê’ li Îsraîlê vekir

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Afrîkaya Başûr bi hinceta ku Îsraîl berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya "Peymana Qirkirinê" ya li hemberî Filistîniyên li Zîvala Xezayê binpê kiriye, serlêdan kiriye. Efrîkaya Başûr bi hinceta ku ji 7'ê Cotmehê heya niha qirkiriana ku pêk tîne û li hemberî qirkirinê êriş û gotinan ji holê ranekiriye, ji bo Îsraîlê biryara tedbîrê xwest.