Ji notirvanê ku jinek qetil kir li dadgehê bedewkirina ‘dewletê’
Parêzer Dîcle Sumer têkildarî dosyeya Rozerîn Yildiz ku di sala 2022’an de ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ve hat qetilkirin got ku “Kiryar her tim baweriya xwe ya ji dewletê dûbare dike, malbatê jî bi ‘endamtiya rêxistinê’ sûcdar dike.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250216-20250216-zcan-yildiz-jpg65addb-image-jpg80243a-image.jpg)
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Rozerîn Yildiz, li navçeya Hênê ya Amedê di 8’ê Hezîrana 2022’yan de ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ê ku pê re zewicî ve, bi çekê hat birîndarkirin. Rozerîna ku du sal liberxwe da, jiyana xwe ji dest da. Doza Rozerîn hê jî li benda biryarê ye. Di pêvajoya ku di sekeratê de mayî de, derbarê kiryar de ji ber sûcê ‘bi zanebûn hewl daye bikuje’ îdîaname hat amadekirin. Piştî ku Rozerîn mir jî, derbarê Ozcan Yildiz de vê varê ji sûcê ‘Qetilkirina bi zanebûn’ îdîanameyek nû hat amadekirin. Endama Desteya Rêveberiya Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û parêzer Dîcle Sumer, têkildarî îdeanameya ku piştî 10 mehan hatiye amadekirin axivî. Dîcle Sumer destnîşan kir ku kiryar ji ber her tim notirvan bû û behsa baweriya xwe ya bi dewletê re dikir, hewl dide ku ji ber 'navtêdana niheq' cezayê kêm bigre.”
Dû salan têkoşîna jiyanê da
Rozerin Yildiz ku dayîka 3 zarokan bû, di dema zewaca xwe de rastî tundiya sîstematîk û gefan hatiye. Di vê demê de Rozerîn Yildiz li stargehê dima, lê ji ber zext û gefên mirinê ku Ozcan Yildiz lê dikir, vegeriya mala xwe ya li Hênê. Rozerîn di 8’ê Hezîrana 2022’an de rastî êrîşa çekdarî ya Ozcan hat. Ozcan jî piştî bûyerê tenê rojek hat binçavkirin, piştre şandin girtîgehê.
Di herdû îdîanameyan de 'navtêdana niheq' xwest!
Rozerîn a ku du sal di sekeratê de ma, di vê pêvajoyê de venegeriya rewşa xwe ya berê. Dayîka wê Şukran Atli û bavê wê Bedrî Atlî nêzî 2 salan her roj bi hêviya ku keça wan hişyar be çûn nexweşxaneyê. Derbarê lêpirsîna ku di vê pêvajoyê de hat destpêkirin de, di qonaxa destpêkê de biryara neşopandinê hat dayîn. Biryara ku hatiye dayîn, piştî 6 mehan bi amadekirina îdîanameyê re hat rakirin. Îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve bi sûcdariya ‘Hewldana kuştina hevjînê ya bi zanebûn ’ hatiye amadekirin, guherî. Dozgeriyê ji ber ku bûyer hê di asta hewldanê de çêbûye û bersûc karmendê dewletê bûye, xwest ku ceza li gor 'navtêdana niheq' were kêmkirin.
Di dosya ku rûniştina wê ya yekem di 1’ê Kanûna 2022’an de çêbû de kiryar Ozcan Yildiz ji bo ji sûc rizgar bibe got ku bûyer xwekuştin e. Parêzerê bersûc jî got gelo çima mexdûr neqêriyaye. Belgeyên ku di îdîanameyê de cîh digirin, nîşan dan ku ev ne xwekuştin e. Dema darizandin berdewam dikir, Rozerîn di 17’ê Nîsana 2024’an de jiyana xwe ji dest da.
Dû dosya bûn yek!
Bi mirina Rozerîn re dozgeriyê li ser daxwaza parêzeran îdîanameyek nû amade kir. Îdîanameya ku bi sûcê ‘hewldana kuştina bi zanebûn’ a ku 10 meh piştî mirina Rozerîn hatiye amadekirin, cîh neda daxwaza 'navtêdana niheq' a ku di îdîanameya yekem de cîh girtiye. Dema herdû dosya bûn yek, rûniştina yekem a dosyaya nû ya hatiye vekirin, ewê di 17’ê Sibatê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk bê. Parêzer Dîcle Sumer destnîşan kir ku darizandin ji 3 salan zêdetir berdewam kiriye, lê belê ti biryarek derneketiye û anî ziman ku kiryar karmendê dewletê ye, ev jî bandorê li dirêjbûna dozê dike.
‘Em li bendê ne ku dozger raya xwe nîşan bide’
Dîcle Sumer diyar kir ku yek bi yek îdîayên têkildarî kêmkirina ceza ya bi hinceta 'navtêdana niheq’ a di vê pêvajoyê de dozgeriyê daxwaz kiriye, hilweşandine. Parêzer Dîcle anî ziman ku kiryar jî di dema darizandinê de bi heman senaryoyê ji bo ku cezayê wî bê kêmkirin, gelek hewl daye. Dîcle Sumer da zanîn ku niha tu hêmanên kêm nemane û hemû belge hatine komkirin. Dîcle destnîşan kir ku di dosyayê de hatine qonaxa biryarê. Dîcle Sumer anî ziman ku darizandina ev demek dirêj e dom dike, divê bi cezayê ‘muebeta giran’ bi dawî be û ev nirxandin kir: “Em di vê rûniştina dozê de li bendê ne ku dozger raya xwe nîşan bideû kiryar cezayê herî zêde bistîne. Divê bêyî 'navtêdana niheq’ û ‘sekna baş’ cezayek giran bê dayîn. Dosya ev 3 sal e didome. Sekna ku li dijî jinê tê nîşandan, bandorê li pêkanîna darazê jî dike. Rozerîn beriya 10 mehan jiyana xwe ji dest da, mixabin amadekirina îdîanameyê gelek dem girt.”
‘Kiryar di her fersendê de notirvaniya xwe tîne ziman’
Dîcle Sumer diyar kir ku kiryar bi çeka ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn ev sûc kiriye û beriya rûniştina dozê, banga piştevaniyê li jinan kir. Parêzer Dîcle Sumer wiha got: “Rêbazên reşkirina delîlan dizane. Kiryar bi rojan fêrar ma û di vê qonaxê de belgeyên ku ji holê rakiriye hene. Di vê xalê de bandora asankariyê ku ji ber kes karmendê dewletê ye, heye. Em ji destpêkê ve bi taybetî tînin ziman ku kiryar karmendê dewletê ye. Kiryar jî her carê tîne ziman ku notirvan e û baweriya xwe ya bi dewletê re di her rûniştina dozê de tîne ziman. Hinek deman malbatê bi ‘endamtiya rêxistinê’ sûcdar dike. Ev dixwazin ku dosyayên kuştinên jinan bibin xalek cûda. Ev rewş di heman demê de encama polîtîkayên şerê taybet e. Em li bendê ne ku di darizandina ev 3 sal e didome de, biryarek adilane derkeve. Di vê di dosyayê de bêcezatî çênebe.”
Dayîkê banga ‘edaletê’ dûbare kir
Di vê demê de dayîka Rozerîn Şukran Atli dest ji têkoşîna xwe ya edaletê berneda. Şukran Atli vê banga xwe dûbare kir û got: “Keça min hate qetilkirin. Ez dixwazim ev kes cezayê herî giran bigre. Keça min dû salan li berxwe da, lê belê têkoşîna jiyanê biser nexist. Ev bi salen e em bi gotina edaletê dijîn.”