Ji nivîskarên Tûnisî piştgiriya jinên Sûriyeyî: Yekitiya xwe ava bikin

Nivîskarên jin ên Tûnisî piştevanî û hevgirtina xwe ya bi jinên Sûriyeyê re nîşan dan, bang li wan kirin û gotin: "Li dijî hemû siyasetan yekbûna xwe bi rêbazaên ji parçebûnê dûr ava bikin."

NEZÎHA BÛ SEÎDÎ

Tûnis – Pêdiviya hemû gelên cîhanê di dema derketina şoreşên ku hevsengiyên civakî xirab dikin de, bi helwestên zelal ên kesên zana û rewşenbîr hene. Di dîroka serhildanên ku li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Tûnisê rû dane de, herî zêde jinên rewşenbîr û yên di nava civaka sivîl de aktîf in, li hemberî pêla paşverûtiyê berxwedanê raber dikin.

'Yekbûna xwe ava bikin'

Nivîskar û lîkolîner Recaa El-Behrî diyar kir ku ew bi nivîsandinê rastiyan vedibêje û got: "Di berhemên xwe de qala çîrokên jin, dayik, karmendên jin û jinên bindest dikim. Pisporiya min a di warê zayendiyê de hişt ku nêrîna min di analîzkirina rewşa jinan de gelek bi pêş bikeve û rastiya wan kûrtir bixwînim. Rewşa jinên Tûnisî di nava hişmendiya mêrsalarî de gelek dijwar e. Nivîskarên Tûnisî bi riya nivîsên xwe roleke aktîf di guhertina rastiya jinan de dilîzin. Êşên jinên Ereb û yên Afrîkayê êşên min in jî. Ew her dem bûne qurbaniyên şer û kiryaran. Ez bang li jinên Sûriyeyê dikim ku yekbûna xwe ava bikin û xwe ji parçebûnê dûr bixin."

'Me jî rastiyek nêzî rastiya jinên Sûriyeyê jiya'

Nivîskara çîrokên Tûnisî û çalakvana civaka sivîl Necîba Hemamî tekez kir ku tu kes ji bilî jinan nikare êşên jinan vebêje. Necîba Hemam piştevaniyên xwe ji jinên Sûriyeyê re wiha bi lêv kir: "Kesên ku nivîsên min dixwînin, difikirin ku ez di warê nivîsên jinan de pispor im. Tevî ku nivîsandina wê ne di bala min de ye. Li gorî serpêhatî û tecrubeyên min kes nikare ji jinan baştir, li ser jinan binivîsîne. Ji ber ku hûrgiliyên di kûrahiya jinan de hene, ji hêla kesek din ve nayên hîskirin û vegotin. Em piştevaniya jinên Sûriyeyî dikin. Me jî rastiyek nêzî rastiya wan jiyaye. Tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin nebaş in. Ez nikarim pirsgirêka tevgerên îslamî û olî yên bi jinan re fêm bikim. Ma qey divê em jin lêborîna xwe ji ber hebûna xwe ji welatên Ereban bixwazin?”

'Em piştgiriyê didin hemû jinên ku bi kiryaran re rûbirû dimînin'

Nivîskar Nafle Zeheb diyar kir ku divê nivîskar bi jinên li herêmên bi nakok û pevçûnan re piştevaniya xwe nîşan bidin û got: "Em piştevaniya xwe ji jinên Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê re nîşan didin. Bi riya hinek hevalên xwe ez dikarim rewşa jinên Sûriyeyê ji nêz ve bişopînim. Jin li wan herêman ji bo bidestxistina mafên xwe bi xeteran re rûbirû dimînin. Mixabin nivîskarên jin ên Sûriyeyê ji ber zehmetiya weşandin û belavbûnê nikarin nivîsên xwe biweşînin. Di vê demê de tenê bi riya medyaya dîjîtal, em dikarin nivîsên xwe biweşînin, helwestên xwe bînin ziman."