Ji Newroza Amedê peyama TJA: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome

Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica di Newroza Amedê de axivî û got: “Ev Newroz dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan.”

Navenda Nûçeyan – Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran kesan didome. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica di pîrozbahiyê de axivî. Aynûr Sarica bi çepik û tililiyan derket ser dikê û wiha got: “Newroz, berxwedan e. Ev Newroz dê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan.”

Aynûr Sarica, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo şikandina vê tecrîdê li girtîgehan berxwedaneke mezin heye. Em vê berxwedanê silav dikin. Her wiha dayik jî di berxwedana Nobeta Edaletê de ne. Em têkoşîna wan jî silav dikin. Îro li vê qadê pêşengtiya azadiyê, jinên têkoşer dikin. Em bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî' ber bi civakeke azad ve dimeşin. Dê têkoşîna azadiyê ya jinan heta dawiyê bidome. Hewl didin têkoşîna me ya azadiyê asteng bikin. Lê belê em natirsin û dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome.”

Aynûr Sarica, bal kişand ser hilbijartinên 31’ê Adarê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê qeyûman ji Kurdistanê bişînin. Em ê dîsa pergala hevserokatiyê bînin. Jin, jiyan, azadî.”