Ji navenda jinan a Misrê biroşura şiyariyê
Navenda Jinan a Hişmendiya Hiqûqî ya Misrê ji bo jin bikarin di meclisên herêmî û qadên din ên xebatê de hîn zêdetir xwedî rol û nêrîn bin biroşûra bi navê "rêka jinên herêmî" derxist û li ser jinan beval kir.
Qahîra - Ji bo di dema pêş de jin di meclisên herêmî de zêdetir xwedî rol bin Navenda Jinan a Hişmendiya Hiqûqî bi navê “rêka jinên herêmî” biroşurek çap kirin û bela kirin. Armanca vê biroşurê ewe potansiyela jinan ji bo hilbijartinên meclîsên herêmî derxîne pêşe. Ji bo ku jin rêjeya ku destura bingehîn ji bo wan diyar kirî derbas bikin ev xebatek giringe. Di biroşurê de gelek şiyariyên ji bo jin hîn zêdetir di her qadê de têkoşîna bidestxistina mafê xwe bidin û rêjeya xwe di nava xebatê de bilind bikin hene.
Ji rêveberên navendê Hiqûqnas Reda El-Danbouki piştrast kir ku birûşûr analîzek femînîstî ya tevlîbûna jinan a ji bo qada xebatên giştî li Misrêdigre nava xwe û wiha doman: “Ji bo di aliyê zayendî de jin baştir xwe binasin û li hev xwedî derkevin şiyariyên baş di naveroka biroşurê de hene. Ger jin di aliyê zayendî de xwedî hişmendiyek baş bin û xwe li ser wê perwerde bikin dikarin tengaviyên li pêşiya xwe derbas bikin û bi rêjeyek zêde di nava hemû xebatan de cîh bigirin.”