Ji Narges Mohammadi rapora ‘îşkenceya spî’ ya li Girtîgeha Evînê
Çalakvana mafên mirovan a Îranê Narges Mohammadi ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Îranê, sepanên ku 58 jinên girtiyên li Girtîgeha Êvînê rû bi rû dimînin nivîsî.

Navenda Nûçeyan – Jinên ku li Îranê di warê mafên jinan û mafên mirovan de xebat dimeşînin û li dijî ferzkirina hîcabê ne, gelek caran dibin hedefa hikûmetê jî. Çalakvanên jin ên Îranî hemû qadan vediguherînin qadên çalakiyê, berxwedana herî mezin jî li girtîgehan, hucreyên lêpirsînê û îşkencexaneyê didomînin. Rojnamevana hemwelatî û çalakvan Narges Mohammadi ku bi salan e li Îranê di warê jin û mafên mirovan de xebat meşand jî tenê yek ji van navan e.
Rapor di medyaya dijîtal de hat parvekirin
Narges Mohammadi ku gelek caran bi girtin, binçavkirin û îşkenceyan re rû bi rû ma, rapora der barê tiştên li Girtîgeha Evînê ya herî dawî di Mijdara 2021’an de hatibû girtin tên jiyîn amedekiribû ji raya giştî re eşkere kiribû. Narges Mohammadi yek ji damezrînerên Konseya Aştiya Neteweyî Îranê û di rêxistinên wek Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan û Legam (Kampanyaya Gav Bi Gav Rakirina Cezayê Darvekirinê) navek bibandor e. Çalakvantiya wê bû sedema dubare dubarê were girtin û çend caran cezayê girtîgehê girt. Narges Mohammadi rapora xwe ya der barê Girtîgeha Evînê ku timî caran bi îşkence û cezayên darvekirinê tê rojevê amede kir, li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal parve kir.
'Di nava girtîgehê de girtîgeh hat avakirin'
Narges Mohammadi bal kişand ku li girtîgehê herî kêm ji 58 girtiyan re di hucreyê de di bin ‘eşkenceya spî’ de cezayên giran tê dayîn, gelek hûrgiliyan jî nivîsand. Narges Mohammadi da zanîn ku li Qawîşa Jinan ya girêdayî Girtîgeha Evînê 61 girtî hene û ji wan 58 girtî di raporê de cih digrin, diyar kir ku di hundirê girtîgehê de girtîgeh hatiye avakirin û bal kişand ku hewl tê dayîn li hucreyan dengê gel bê fetisandin.
Li dijî jinan îşkenceya fizîkî û derûnî
Narges Mohammadi da zanîn ku 57 jinên ku li qawîşa jinan dimînin îşkenceya hucreyê dijîn û wiha got: “Girtiyên jin rastî vê îşkenceya hovane ya dijmirovî, binpêkirinên mezin ên mafên mirovan û îşkenceya spî hatin. Hinek ji wan demeke dirêj di hucreyê de hatin ragirtin û ev hemû jinan ji ber cezayê hucreyê yên tên girtin rastî gelek nexweşiyên fizîkî hatin. Narges Mohammadi ya da zanîn pêvajoya binçavkirinê ya hemû jinên girtî 9-10 rojan carna hin zêdetir didome, diyar kir ku ev pêvajo bi îşkenceyên derûnî û fîzîkî derbas dibe. Narges Mohammadi ev rewş wek "şertên pê naye bawerkirin" binav kir.
Bi mehan di hucreyên cuda de tên girtin
Di berdewamiya rapora ku ji aliyê Narges Mohammadi ve hat amadekirin de wiha hat got: “Maryam Hajhosseinî zêdetirî 400 rojan bi tenê serê xwe di hucreyê de hat girtin. Ji girtiyan Farîba Adelkhah 4 meh li hucreya jimare 2’an ya Qawîşa Ewlekariya Muhafizên Şoreşê, Mahvash Shahrîarî û Farîba Kamalabadî 8 meh li hucreya 209 a Beşa Ewlekariyê ya Wezareta Îstixbaratê, Nîlûfer Beyanî 9 meh li hucreya jimare 2’an ya Qawîşa Ewlekariya Muhafizên Şoreşê û Sepîdeh Kaşhanî 8 mehan li hucreya jimare 2’an ya Qawîşa Ewlekariya Muhafizên Şoreşê hat girtin. Nahîd Teqhawî ya 68 salî jî 220 rojên cezayê girtîgehê 200 roj di hucreyên 2'emîn ê Qawîşa Ewlekariyê de derbas kir.
Zahra Safaî 9 meh cezayê girtîgehê di hucreyên cuda de, di bin tecrîd û di nava şert û mercên giran de derbas kir. Maryem Mohammadi tevehiya 23 mehan di demên cuda de di cezayê tecrîd, binçavkirin û mercên dijmirovahî de derbas kir. Heta niha 10 jin di hucreyên Muhafizên Şoreşê û Wezareta Îstixbaratê de tê girtin, 102 jin jî di hucreyên cuda de di şert û mercên dijmirovî de tên girtin.
Piraniya jinên hatine cezakirin 60 salî û jê mezintir in
Mahvash Shahriarî, Fariba Kamalabadî, Maryam HajhosseinÎ, Nilûfer Bayanî, Nahîd Taghavî, Zahra Zehtabchî û Narges Mohammadî jî di nav de hinek girtî, di danişîna dawî ya dozê de mehkûmê nêzî 10 sal cezayê girtîgehê hatin kirin. Girtiya jin ya binavê Fatemeh Moshanî re jî 15 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Ji 58 jinên li Qawîşa Jinan ya Girtîgeha Êvînê 10 jin mehkûmê cezayên giran ên girtîgehê hatin kirin, piraniya wan temenê wan 60 salî û mezintir e. Ji wan 3 jin 10 sal û 7 ji wan jî mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin.
Dayikên Girtî
Ji 58 jinên tên girtin, 33 ji wan Samîn Ehsanî, Zohreh Davarî, Zohreh Zîwarî, Farîba Assodî û Narges Mansoûrî jî di nav de ji dayikên zarokên wan ên biçûk hene, pêkte.
Farangis Mazlom tevî raporan jî nayê berdan
Di nava 58 girtiyên jin de hin nexweşiyên giran û xeternak ku divê mehkûmê cezayê girtîgehê neyên kirin hene. Cezayên girtîgehê yên girtine û şert û mercên girtîgehê bandorek cidî li ser tenduristiya wan dike, dibe sedem ku hemû nexweşiyên wan giran bibe. Nexweşê dil û kezebê Farangis Mazlom tevî gelek raporên bijîşkan jî bi mehan e di girtîgehê de ye.
Şert û mercan nexweşiyan pêşdixe
Zehra Safaeî di van sê salên dawî de 4 caran anjîyografî hat kirin û di damarên dilê wê de stent û hîpertansiyon heye. Di çar girtiyan de jî nexweşiya astim û pişikê ya tund heye; yek ji wan nexweşe fibrozê û 70 salî ye. Ev jinan 5 meh in di hucreya 209'an a Qawîşa Ewlehiyê de tên girtin. Jinên ku ji ber şert û mercên hucreyê nexweşiya astim û bronşît heye û ji ber pêşketina nexweşiyên xwe rojên zehmet derbas dikin.
'Divê 7 girtî bi tawilê emeliyat bibin'
Pêwîstiya 7 girtiyan bi tawilê emeliyat heye. Wek mînak Maryem Mohammadi tevî ku belgeya pizîşkî ya dadwerî û rapora wê ya ji bo emeliyatê pêwîst heye jî, anîn girtîgehê û ji aliyê girtîgehê ve ji bo emeliyatê destûr nehat dayîn. Her wiha bijîjkên girtîgehê diyar kiri ku divê Narges Mensûrî emeliyat bibe, lê destur nayê dayîn. Hin jin ji ber ku mafê destura dermankirine sûdnagrin, ji dermankirine bêpar tên hişltin.
Ji girtiyên nexweş re ‘Destûra nexweşiyê' nayê dayîn
Bijîşkên 7 girtiyên jin ên ku pêwîste emeliyat bibin derman dikin, tekez dikin ku rewşa girtiyan giran e lewma divê tawilê emeliyat bên kirin, lê dezgehên ewlehiyê û dozgerên Tehranê destûra nexweşiyê jî nadin.”
Banga hişyarbûnê
Çalakvaan Narges Muhammedî dema hewl dide wêneyê li Qawîşa Jinan a li Girtîgeha Evîn rabixe pêşiya me, destnîşan kir ku pirsgirêk tenê bi vê girtîgehê re sînordar nîne, niha bi deh hezaran girtî di van şert û mercan de dijîn û banga hestiyariyê dike.