Ji namzeta hevşaredariya Amed bang: Em nebêjin wê bi dengekê çi biguhere

Namzeta hevşaredariya bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak bang li gelê Amedê kir û got: “Em nebêjin wê bi dengekê çi biguhere, bi dengek yê gelek tişt biguhere.”

Amed- Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kar û barê dengdanê berdewam dike, nûçeyên hîleyan jî serhev tên. Namzeta hevşaredariya bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak ji ajansa mere nirxandin kir û got: “Em nebêjin ma wê bi dengekê çi were guherîn.”

Serra Bucak ev tişt got:

“Merheba ji gelê hêja yê Amedê re, wê hemû sîndoq heta saet 16:00’an werin girtin. Ji kerema xwe re ji bo bikaranîna dengên xwe herin dibîstanên ku dengên we lê hene. Bila em nebêjin wê bi dengekê çi biguhere, bi dengek yê gelek tişt biguhere. Em dibêjin gelê Amedê ji kerema xwe re li îrade û dengê xwe xwedî derbikevin.”