"Ji mirina Garîbe Gezer hikûmet û rêveberiya girtîgehê berpirsyar e"

Garîbe Gezer duh li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê ku rastî îşkenceya sîstematîk hatibû, bi guman jiyana xwe ji dest da. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê û Endama Komîsyona Girtîgehan Fatma Kurtalan, diyar kir ku berpirsyarê mirinê rêveberiya girtîgehê û hikûmeta heyî ye û xwest berpirsyarên bûyerê derbikevin pêşberî dadgehê.

 
MEDİNE MAMEDOGLU
Enqere- Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kandirayê bû û rastî îşkenceya sîstematîk dihat, li qawîşa xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê û Endama Komîsyona Girtîgehan Fatma Kurtalan têkildarî mirina bi guman a Garîbe Gezer ku sedema mirina wê di rapora destpêkê ya otopsiyê de nehate tespîtkirin de axivî û diyar kir ku ji bo eşkerakirina rastiyê ew ê bûyerê bişopînin.
"Konsepta zext û şîdetê tê meşandin"
Fatma Kurtalan, anî ziman ku Garîbe Gezer îşkenceya ku beriya demekê li girtîgehê dîtiye ji raya giştî re ragihandiye û piştî wê cezayê hucreya yek kesî lê hatiye birîn û got ku di pêvajoya dawî de konseptek li ser zext û îşkenceyê te meşandin. Fatma Kurtalan jî diyar kir ku haya wan ji zextên nameyên ji komîsyonê yên ji girtîgehan û parvekirina malbatên wan heye û wiha got: “Ev yek nîşanî me dide ku mafên bi salan berê li girtîgehan bi têkoşînê hatine desteserkirin tên tune kirin. Em dibînin ku li girtîgehan herî zêde bi rêbazên bindestî, çewisandin û tune hesibandin îşkenceyê bikar tînin. Her wiha li ser jinan zextên cûda hene. Şîdet û binpêkirinên mafan ên ku jin ji hev cuda dibînin, di dema hevdîtinên me yên li girtîgehan de xwe didin hîs kirin.”
"Hikûmet jî mirinê berpirsyare" 
Fatma Kurtalan a ku dest nîşankir berpirsyarê mirina Garîbe Gezer a rastî îşkence û destavêtinê hat, rêveberiya girtîgehê û desthilatdariya heyî ya li hemberî bûyeran bêdeng ma ye ye, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Garîbe hem tê tecawizkirin hem jî tê îşkencekirin. Li ser vê yekê, piştî ku cezayê dîsîplînê digre, wê dixin hucreya yek kesî. Her çend kesek di vê rewşê de xwe bikuje jî, pirsgirekên ku wê ber bi vê yekê ve dibe hene. Dema ku Wezareta Dadê ev daxuyanî bihîst, yekem tiştê ku ew ê bikira divê ew bû ku çavdêrek an karmendek bişîne wir da ku sûcdaran bi lêkolînek bi bandor derxîne pêşberî dadgeriyê. Lê tenê wan di rêveberiya saziyê de hin guhertin çêkirin.  Ji mirina Garîbe Gezer jî hikûmeta heyî ya ku li dijî îfadeya tecawizê tenê rêveberiya girtîgehê guhert û rêveberiya Girtîgeha Kandirayê jî berpirsyar e."
"Divê berpirsyar bên cezakirin"
Fatma Kurtalana ku diyar kir ew ê bûyerê bişopînin û dest ji zilma te jiyan kirin bernedin û got, "Çi dibe bila bibe, ger Garîbe di rewşa xwe kuştinê de me jî, aqlêk  ku wî gav bi gav ber bi vê pêvajoyê ve dibe heye. Yên berpirsyar hene û yên berpirsyar jî xwedî nêzîkatiyên bêberpirsiyar in. Divê her kesên ku ji vê yekê berpirsyar in di demêk herî nêz de bên darizandin. Em ê dest ji çewisandina jinên li girtîgehê bernedin û em ê hesabê wan bipirsin.”