Ji mîmarê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' re qedexeya hevdîtinê

Hat hînbûn ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di bin tecrîde giran de tê girtin û mîmarê dirûşma têkoşîna jinan a felsefeya “Jin jiyan azadî” ye, careke din qedexeya hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re hatiye dayîn.

Navenda Nûçeyan – Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, piştî ku birayê wî Mehmet Ocalan di dîroka 25’ê Adara 2021’ê de pê re bi telefonê axivî û vir ve, tu agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda girankirî de ye, yan bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayê disiplînê” hatin redkirin. 

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, parêzeren piştî erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê ku bandoreke mezin li gelek bajaran kir, ji bo hevdîtina parêzer û malbatan careke din serlêdan kir. Parêzer hîn bûn ku di 21’ê kanûna 2022’yan de ji bo 3 mehan der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de biryara qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan de hatiye dayîn û biryara qedexeyê di 10’ê çileya 2023’yan de teqez bûye.

Qedexeyên li pey hev

Parêzeran di 6’ê nîsana 2023’yan de ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê çend car serlêdan kirin. Serlêdan hewaleyî 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatin kirin û dadgeriyê di 12’ê nîsanê de serlêdana ji bo hevdîtinê û îtîrazên parêzeran red kir. Li gel ku biryara qedexeyê ya berê hê neqediyabû jî dadgeriyê destnîşan kir ku di 15’ê adarê de ji bo qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re biryareke din dane, biryar di 30’ê Adarê de teqez bûye û bi vê sedemê jî serlêdana ji bo hevdîtinê red kiriye. Parêzeran, di 14’ê nîsanê de ev biryar bir 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê. Dadgehê îtîraza parêzeran di 30’ê Nîsanê de red kir û biryar teqez bû. Bi vê yekê re der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryareke nû ya hevdîtina qedexeya bi malbatê re hat dayîn.

Qedexeya nû ya 6 mehan

Her wiha tevî ku biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 27’ê cotmeha 2022’yan de teqez bûbû bi dawî bû jî ne dozgeriyê ne jî rêveberiya girtîgehê tu bersiv nedidan serlêdanan. Parêzeran ji bo hevdîtina bi parêzeran re di 27’ê nîsana 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Lê belê dadgeriyê bersiv neda serlêdanê. Li şûna dadgeriyê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê teblîg ji parêzeran re şand. Di teblîgê de cih da biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayan a Bursayê. Di biryara teblîgê de hat destnîşankirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn.

Hat zanîn ku parêzeran li dijî biryarên qedexeyê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî kirine.