Ji meşa mêran: Bi Jin Jiyan Azadî em ê dawî li tundiyê bînin
Bi boneya 25'ê Mijdarê roja cîhanî Ya Tekoşîna Li dijî tundiya Li Ser Jinê, li Şehbayê mêr herikîn qadan û meşek li dar xistin. Mêrên beşdarî meşÊ bûn gotin: “Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dawî li tundiyê bînin."
Şehba – Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî Ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û di bin diruşmeya "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" rêze çalakî xwe didomînin. Di çarçoveya çalakiyên tevgerên jinan ji bo şikandina tundiyê îro li Şehbayê bi sedan mêr herikîn kolanan û meşek lidarxistin.
Meş ji destpêka navçeya Fafînê kantona Efrîn-Şehba destpêkir û heya qada goristana Şehîd Zozan Amanos a li navçeyê dewam kir.
Di meşê de wêneyên pakrewanên jin, alên Kongra Star û pankertên bi nivîsên "Em hene, em xweza ne, em jin in, em civak in, em jiyan in","Dîsa û hezar carî Jin Jiyan Azadî","Jin jiyan e, jiyanê nekujin" hat hildan, her wiha bi dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Na ji kuştina jinê re" hat berzkirin.
‘Têkoşîna me ji bo azadiya her zayendan e’
Piştî meş gihîşt qada goristanê bi deqeyek rêz hat girtin. Paşê Endama Kongra Star Efrîn-Şehba Sureya Mustafa axivî.
Sureya Mustafa bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Em bi boneya roja cîhanî ya tekoşîna li dijî tundiya ser jinê rêze çalakiyên xwe li dar dixin. Îro bi sedan ji mêrên kantona Efrîn-Şehba daketine qadan û dixwazin dawî li tudniyê bê. Yê ku jiyan afirandiye û xweşik kiriye jin bû, lê zihniyeta baviksalarî rola jinê çewsandî û xwestiye her dem civakê di kesayeta jinê de bê îrade bike, bi meşandina tundiyê û kolekirina wê. Bi destê zihniyeta mêr dewlet jin xistin kole û kirine milkên xwe. Têkoşîn û xebata me ji bo azadkirina her du zayendan e. Bi fikir û felsefeya rêber Apo û jiyana hevbeş carek din jin li ser axa Mezopotamya rola xwe bi dest dixe û xwedî li îrade û hebûna xwe derdikeve. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' em ê dawî li tundiyê bînin û jiyanek azad ava bikin."
Mêr li hemberî jinan rexnedana xwe didin
Paşê Hevserokê Meclisa kantona Efrîn-Şehba Mihemed Şêxo wiha axivî: "Bi saya tekoşîn û berxwedana jinan 25'ê Mijdarê bûye rojek cîhanî ji bo dawîkirina tundiyê li ser jinê. Zihniyeta desthildarî ji bo bidestxisitna civakê û wan di bin kantrola xwe de bimeşînin dest avêtine jinê û li gor berjewendiyên xwe bi karanîne. Di kesayeta jinê de dixwazin jiyanê qir bikin, di bin navê kevnşopî de jin ji xwe re kirin kole. Di kesayeta Sakîne Cansiz û rêhevalê wê de û heya niha di kesayetên jinên pêşeng de dagirkerî dixwaze îradeya jina azad biçewisîne. Li hember jina azad û jina xwedî îrade û hebû rexnedayîna xwe didin û em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dawî li tundiyê bînin."
Meş bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.