Ji Melek Ipek peyam

Melek Ipeka ku ji ber hevjinê wê yê bi navê Remazan Ipek işkence lê dikir li dijî wîna mafê parastina rewa bi kar aniye, li girtigeha ku lê dimine bi rêya Parêzerê xwe peyamek şand.

Navenda Nûçeyan- Melek Ipeka ku ji aliyê Hevjinê xwe yê bi navê Remezan Îpek ve bi saetan îşkence dît û gelek caran jî, hevjinê wê gefên kuştinê li di xwar li dijî vê şidetê Melek Ipek mafê parastina rewa bi kar anî.
Melek a ku li Tîpa L ya Girtîgeha Doşemealti ya Antalya  girtiye, bi rêya prêzerê xwe ji bo ew kesên ku piştgiriya wê kirie sipasiya xwe şand. Parêzerê Melekê Ahmet Onaran diyar kir ku ji ber rewşa tendirustiya muwekîla xwe rayedar agahdar kirine. Parêzer Onaran li ser hesabê xwe yê medya civakî di derbarê Melekê de wiha got: “Melekê gelek bêriya keçên xwe kiriye û ji bo piştgiriya hemû kesan sipasî kiriye û gotiye ku wê edalet cihê xwe yê rast bibine û bi hêviya di demek kin de bigihe zarokên xwe, dema ku min pirsa rewşa wê kir got! Herî kêm li vê derê lêdan nîne dema min ev bersîv bihîst ez di cih de ciniqim.”
Oanaran da diyarkirin ku wê girtina Melekê Itiraz bikin û wiha berdewam kir: “Divê pêvajoya îtrazê de ger dosya bi awayek hin baldartir were xwendin, ez di wê baweriyê deme ku wê Melek were azadkirin. Ez li ser navê Melek û malbata Melekê yên ku di vê pêvajoyê de bi awayek xwestek bi sedan parêzerên ku piştgirî dane û di medyaya civakî de bi milyonan kesên ku ji bo bibin deng û nefesa Melek Ipekê gelek tişt belavkirin e. Partî û rêxistinên civaka sivîl jî di navê de hemû kesên sipasiyên xwe ji bo berxwedana heq ya Melekê nerihetiyên xwe anîne ziman dikim.”     
Melaka ku di Tîpa L ya Girtîgeha Doşemealti ya Antalya dimine, bi rêya Parêzerê xwe ji bo ew kesên ku piştivaniya wê kirine sipasiyên xwe şand. Parêzerê Melekê Ahmet Onaran bi Melekê re di girtigeha ku lê dimine de hevditin pêk aniye, diyar kir ku ji ber rewşa tendirustiya muwekîla xwe rayedar agahdar kiriye. Parêzer Onaran li ser hesabê xwe yê medya civakî di derbarê Melekê de wiha got: “Gelek bêriya keçên xwe kiriye û ji bo piştgiriya hemû kesan sipasî kiriye û gotiye ku wê edalet cihê xwe yê rast bibine û di demek kin de hêvî dike wê bigihe zarokên xwe, dema ku min pirsa rewşa wê kiri got! Herî kêm li vê derê lêdan nîne, dema min ev bersîv bihîst ez di cih de ciniqim.”