Ji Meclîsa Jinan a PYD kampanya 'Jin Jiyan Azadî'

Endama Meclîsa Jinan a PYD'ê Naîma Hesen bang li hemû jinan kir ku tevlî hemleya ku di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de bi dirûşma "Ji kuştina jinan re na, Jin, Jiyan, Azadî" dane destpêkirin, bibin.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo – Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê de bi dirûşma “Na ji kuştina jinan re;  Jin, Jiyan, Azadî” dest bi kampanyayekê kir. Endama Meclîsa Jinan a PYD'ê Naîma Hesen têkildarî kampanyayê agahî da û diyar kir ku wan ev dirûşme ji bo destpêkirina têkoşîneke nû ya hemû jinan hilbijart. Naîma Hesen diyar kir ku jin tên qetilkirin û rastî zext û tundiyê tên û got ku dê xebatên perwerdehiyê ji bo xurtkirina jinan di civakê de bidome.

'Jin ji mafê jiyana azad bêpar in'

Naîma Hesen bi bîr xist ku Şoreşa Rojava bi saya fedekariya şervanên jiyana xwe ji dest dane û keda jinan dest pê kir û di berdewamiyê de wiha got, “Şoreşa Rojava bi navê "Şoreşa Jinê" tê naskirin û heta îro dewam dike.” Naîma Hesen bal kişand ser wê yekê ku jinên ku ji ber polîtîkayên şerê taybet ji gelek mafên xwe bêpar hatine hiştin û di serî de mafê jiyana azad, pêwîstiya wan bi rêxistinbûnê heye. Naîma Hesen wiha got:

“Jin bi hezar salan bi gelek 'bahane' tên kuştin û êşandin. Ji bo tola vê zîhniyetê hilînin pêwîste hemû jin tevlî vê kampanyayê bibin. Em bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cîhanê dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin. Her wiha parastina jin û gelê li cihên ku dewleta Tirk dagir kiriye bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî berpirsyariya wan e jî.”

Banga beşdarbûna kampanyayê

Naîma Hesen anî ziman ku avakirina civakeke demokratîk bi avakirina malbateke demokratîk pêk tê û destnîşan kir ku ev yek paralelî azadî û têkoşîna jinê ye. Naîma Hesen got, “Jin tevî hemû binpêkirinên mafan jî têkoşîna xwe didomînin. Binpêkirinên ku tên kirin qebûl nakin û dixwazin bi têkoşîna xwe hemû jinan azad bikin. Li hemû welatên îdia dikin ku pêşketîtir in her roj jin tên kuştin. Em weke Meclîsa Jinan a PYD'ê ji bo azadiya hemû jinên cîhanê dixebitin."

Naîma Hesen “Ji kuştina jinan re na; Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bi çalakiya çaremîn kampanyaya ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dane destpêkirin, armanc dikin ku bibin dengê jinên cîhanê û wiha got: "Em careke din bang li jinan dikin. Em ê li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li ser jinan û ji bo azadiyê bibin yek.”

Her wiha Naîma Hesen amaje bi çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de jî kir û got, “Li her bajarî dê semîner bên lidarxistin û li gund û bajarokan jî civînên cuda bên lidarxistin. Forum wê li herêma Cizîrê û Efrîn-Şehbayê bê lidarxistin. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû tên, dê bên ziyaretkirin.”