Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê peyama Roja Kobanê
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di peyama xwe ya pîrozkirina şoreşa Kobanê de got, "Armanca êrişên li ser Kobanê bombekirina destkeftiyên jinan û jiyana wekhev û azad e."
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/11/20241101-20241101-823x463cc-ank-01-11-24-kadin-meclisi-kobane-aciklama-1-jpgbe556f-image-jpg25074a-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Di peyama ku parve kirin de hat gotin, "Em berxwedan û şoreşa bi pêşengiya jinan a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di sala 2014'an de li Kobanê pêk hatin, silav dikin."
'Ew ê ti carî bi ser nekevin'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku jiyana nû îlhamek ji bo hemû cîhanê ye û hat gotin, "Jiyana nû ya bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê hatiye avakirin, îro li tevahiya cîhanê bûye îlham. Em ê bi jinên Kobanî yên ku bi gundên xwe yên ekolojîk û destûra bingehîn ji bo jiyaneke wekhev û azad têdikoşin re di nava piştevaniyê de bin. Êrîşên hewayî yên îtîfaqa şer a AKP-MHP’ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke li dijî destkeftiyên jinan e. Yên ku bi siyaseta xwe ya şerê qirêj êrîşî gel û jinên Kobanî bikin, wê ti carî bi ser nekevin. Armanca êrişên li ser Kobanê bombekirina destkeftiyên jinan û jiyana wekhev û azad e."
'Roj roja hevgirtinê ye'
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Jin bi siyaseta şer destûr nadin ku hûn desthilatdariya xwe biparêzin. Îro roja hevgirtinê ye. Bijî Şoreşa Kobanê.”