Ji malbatên xwendekarên jehrîbûyî bertek
Piştî ku xwendekarên keç piştgirî dan serhildanên li Îranê, bûyerên jehrîbûna li dibistanan zêde bû. Malbat li hemberî vê bertek nîşan dan.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230226-20230226-20230226-20230225-da-png83592b-image-jpgae32d6-image-jpg19ec0e-image-jpga19a74-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Piştî jehrîkirina 44 xwendekarên keç ên li dibistana amadeyî ya keçan a “El-Ehmediye” a Îranê, malbatên wan xwendekaran ji bo protestokirina bûyerên jehrîkirinê kom bûn.
Malbatan bersivnedana rayedarên Îranê û berdewamiya jehrîkirinê weke “gumanbar” nirxandin.
Piştî ku nêzî 3 meh berê li dibistanên keçan desteka ji serhildanê re hat dayîn, li gelek bajaran bi taybetî li Kumê jehrî zêde bûn.
Lêkolîner-Nivîskar Nafîsa Moradî bal kişand ser wê yekê ku jehrkirin dibe bi qestî bin û ev yek weke "sûîqastê dewleta Îranê" pênase kir. Wê amaje kir ku dibe armanc ew be ku malbat keçên xwe ji xwendinê bigrin ji ber metirsiya jehrîbûnê.