Ji malbatan banga darizandina DAIŞ’ê

Dayik û xwişkên cangoriyên ku li dijî çeteyên DAIŞ şer kirin û destan nivîsandin, bo darizandina çeteyên DAIŞ daxwaza avakirina dadgehek navneteweyî kirin.

SOR GUL ŞÊXO

Hesekê – Piştî ku li Baxoz a Dêrazorê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xîlafeta wan bi destê YPJ/QSD têk çû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li welatan kir ku dadageheke navneteweyî ava bibe û çeteyên DAIŞ ê ên destê wan di xwîna gel de heye, werin darizandin. Bi dehan daxwazên Rêveberiya Xweser bê bersiv man. Dayik û xwişkên cangoriyan yên li navçeya Til Temirê a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di salvegera êrîşa DAIŞ li ser navçeyê Til Temirê di 23'ê Sibata 2015'an de pêk hat, daxwaza darizandina DAIŞ kirin.

'Têkoşîn heta tolhildanê dê bidome'

Jînda Ehmê xwişka hevrê Azad û Viyan e ku bi saya wan herêm ji komkujiyên mezintir hat parastin bibîr anî û wiha got: "Em di salvegera 9’an a êrîşa DAIŞ li ser navçeyê Til Temirê de ne, ku di li hember vê êrîşê hevkarên DAIŞ dewleta Tirk û giştî welatên derve bêdengiya xwe li beramberî qetilkirin xwişk û birayên me yê ku axa xwe diparastin de raber kirin û dikin e. Ji ber ku em axa xwe diparêzin, pêwîste êrîşên li dijî gelê me werin rawestandin. Daxwaza me ji dewletan heye ku bi rêya dadgeheke navneteweyî, hemû çeteyên destê wan di xwîna gelê me de heye, li beramberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin. Çiqas dem derbas bibe jî em ji vê dozê venagerin, wê têkoşîna me heta tolhildana ji kujerên xwişk û birayên me, bidome."

Banga avakirina dadgeheke navneteweyî û darizandina DAIŞ’ê

Seher Ebdilmecîd dayika hevrê Şahîn ê Misrî ye ku li Dêrazorê jiyana xwe ji dest dabû wiha daxwaza xwe anî ziman: "DAIŞ li ser axa me li hember zarok, jin û gelek gund û pîroziyan sûc kirin e. Wekî dayikên şehîdan em daxwaza piştgiriyê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî dikin ku çeteyên sûc kirin e werin darizandin. Parastina ax û rûmetê bê bedel nayê, di oxira parastinê de jî kurê min canê xwe dan û min kurê xwe yê din jî ji bo parastina vê axê ji dagirkeran diyarî QSD'ê kir. Hêviya min ew e ku cîhan giştî ji bablîsoka DAIŞ xilas bibe. Dem dema hevgirtina li hember tarîtiya DAIŞ û hevkarên wan e, divê ku hemû dewlet û welat dest bidin me ku em bihevre vê terorê têk bibin û çeteyan darizînin."