Ji malbata Ferîba Belûc 2 kes hatin binçavkirin

Aktivîsta mafên mirovan Ferîba Belûc ragihand ku hêzên Îranê kur û birayê wê binçav kirine û birine cihekî nediyar.

Navenda Nûçeyan- Aktivîsta mafên mirovan Ferîba Belûc a ku li Londonê dijî li ser medyaya dîjîtal peyamek parve kir û got: “Hêzên Îranê çar roj in kur û birayê min kirine binçavan û birine cihekî nediyar

Ferîba Belûc di parvekirina xwe ya  îro de wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê kur û birayê min ji ber xebatên min bê sûc û sebeb 4 roj in rehîn girtine. Ji vê dîrokê şûn ve çi were serê kur û birayê min ku di hucreyê de ne û dayika min ku nexweşiya wê ya dil heye, ev çend roj in rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e û bavê min jî kesek nexweş e berpirsyar dê tenê Komara Îslamî be.”

Li gorî nûçeyên belavbûyî, Amer Dadafrîn ê 18 salî ji bo dîtina dayika xwe çûbû Londonê, piştî ku bi apê xwe Mihemed Molezî yê 25 salî û çend xizmên xwe yên ku bi du wesayîdan vegeriyan Îranê saet di 22:00 êvarê de roja 18’ê Hezîranê dema gihîştin ber deriyê bajêr, wesayîda wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat rawestandin û her du jî hatin girtin.

Tenê ji ber têkiliya malbatî hatin girtin

Girtina kur û birayê Ferîba Belûc bê sedem e lewre wan û endamên din ên malbata wê tu rol di çalakiyên mafên mirovan de negirtine û tenê ji ber hebûna pêwendiya malbatî ya Ferîba û zexta li ser wê hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Ferîba Belûc yek ji axaftvanên konferansa "Îran li ber çewisandin an jî şoreşê ye" ku di 16'ê Hezîranê de li Brukselê hat lidarxistin û danasîna rewşa jinên Belûc hatibû guftûgokirin.