Ji Lubnanê bang li jinan: Bi vîna xwe em dikarin jiyanê biafirînin
Fatimê Yaqûb jinek ji başûrê Lubnanê ye û bi tengasiyên jiyanî û koçberiyê re rûbirû maye. Fatimê dibêje: “Em dikarin li dijî hemû şert û mercan careke din dest bi jiyanê bikin. Bi îrade û hebûna xwe em dikarin careke din ji nû ve jiyanê biafirînin.”
FADIYA CUMAA
Beyrûd – Ji ber şer û aloziyan, li cîhana ku dadmendiya civakî û mirovahî lê tune ye, mirov bi gelek rewşên xirab re rûbirû dimînin. Hêzên desthilatdar şeran li gorî berjiwendiyên xwe û li ser hesabên gelan dimeşînin.
Jinên ku li başûrê Lubnanê dijîn, bi tengasî û aloziyên mezin re rûbirû dimînin. Êriş li wan deveran rawestiyane lê hê jî bandora wê li ser gund û bajarokên wan berdewam dike. Koçberî didome, jinên başûrê Lubnanê di gelek şer û pevçûnan re derbas bûne, lê dîsa jî îradeya xwe parastine. Di hemû qadên jiyanê de cih girtine. Bi sedan jin û belkî zêdetir be jî ji bo projeyan ramanên xwe anîn ziman û dest bi çerxa hilberînê ya di gelek waran de kirine. Ji pêdiviyên malê bigre heya karên destan ew vê berpirsyariyê digrin ser milên xwe.
‘Jiyana beriya êrişan gelek xweş bû’
Fatimê Yaqûb ku welatiyek Lubanî ya ji bajaroka Hola ye û mala wê ji ber êrişan hatiye rûxandin, wiha got: “Ev sal û 3 meh in em bi koçberiyê re rûbirû dimînin. Beriya ku Îsraîl êriş bike, ez mamoste bûm. Bi dibistanê re min karê nava erdan jî dikir û erzaqên mala xwe amade dikir. Rewşa me ya aborî baş bû, me di gund de jiyana xweş derbas dikir. Bi destpêkirina êrişan re em neçar man terka ax û gundê xwe bikin. Ji ber ku gelek nêzî xeta sînor bûn, her care em koçî gelek gund û bajaran bûn û me biryar da ku em ji nû ve jiyana xwe ava bikin. Li bajaroka Beşamon min careke din dest bi karê çêkirina erzaqê kir û li dijî kêşeyên jiyanê em her dem xwedî seknek bûn. Ji ber ku amûrên çêkirina erzaqan peyda nedibûn, em neçar man vegerin başûr û li bajaroka Merakê bi cih bibin da ku bêhtir nêzî erdên çandiniyê bibin û ji wir pêdiviyên xwe bigrin.”
Di nava koçberiyê de tengasiyên jiyanî
Fatimê Yaqûb bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyanê ku dîtine û wiha got: “Ji bo ku li dijî zehmetiyên jiyanê bihêz bim û xwedî sekn bim, min karek nû ji xwe re dît. Me gelek zehmetiyên jiyanî dîtin. Em hêvî dikin ku jiyana baştir ji zarokên xwe re ava bikin. Mala em niha lê dimînin gelek biçûk e û heya em xwezaya bajarê ku lê dimînin jî nas nakin lê dîsa jî me di nav xwe de hewandin. Min zarokên xwe li dibistanên nêz dan nivîsandin da ku pêşeroja wan winda nebe û fêrî xwendina xwe bibin. Em ji vir jî careke din ji ber êrişên Îsraîlê koçber bûn û piştî du mehan vegeriyan. Gundê me bi temamî hatiye rûxandin loma neçar dibin li bajaroka Merakê jiyana xwe bidomînin.”
‘Jiyan divê bê berdewamkirin’
Fatimê Yaqûb bang li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji hemû jinan re heye. Bila nehêlin tu tişt li pêşiya wan bibe bend û sînoran hilweşînin. Em dikarin hemû kêşeyan çareser bikin. Jiyan wê tevî hemû astengiyan jî berdewam bike. Me ji ber êrişan gelek mirov û hevalên xwe winda kirin. Ev tiştê herî bi êş e di jiyanê de. Bi îrade û hebûna xwe em dikarin careke din ji nû ve jiyanê biafirînin.”