Ji lêpirsîna tecawiza li diji zarok re qedexeya weşanê hat dayîn

Hejmara kesên têkildarî bûyera li Taxa Çaycumaya Zonguldakê ku zaroka 2 salî rastî tecawizê hat û jiyana xwe ji dest da, derket 5’an. Der barê dosyaya lêpirsînê de jî qedexeya weşanê hat dayîn.

Zonguldak- Furkan Sevînç ê ku li navçeya Çaycumaya Zonguldakê tecawizê zarokekî 2 salî kir hat binçackirin, piştî îfadedeyê hat girtin û şandin girtîgehê. Di çarçoveya lêpirsînê de karûbarên dayik M.O. û M.G., O.C. C.S yên li midûriyetê bi dawî bû.

4 kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin ji aliyê dadgehê nobedar ve hatin girtin. Bi vî awayî hejmara kesên hatin girtin derket 5’an. Ji aliyê din ve hat hînbûn ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Çaycumayê heta lêpirsîna ku ji aliyê dadgehê ve tê meşandin bi dawî bibe, der barê dosyayê de qedexeya weşanê hat dayîn.