Ji Koordînasyona Krîzê Fatma Îzol: Eşyayên ku hatine bikaranîn neşînin!

Fatma Îzol a ji bo piştgiriyê hat Elbistanê got ku ew bi gel re di nava hevgirtinê de ne, bang li kesên alîkarî dikin kir ku eşyayên ku hatine bikaranîn neşînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş - Piştî erdheja mezin, bajarên ku gelek avahiyên wan rûxiyane, pirsgirêkên pir mezin hene. Li herêma ku hê jî xebatên rakirina enkazan didomin jî gel ji gelek pêdiviyan bêpar in. Li bajarên ku av, elektrîk û lewabo tune ne. Bi hezaran kesên dilxwaz ên çûne herêmên erdhejê li navendên krîzê destekê didin kesên ku bêmal mane. Komên ku ji bo alîkariyê hatine Elbistanê li navçeyên ku alîkariya AFAD’ê lê kêm e, bi têkiliya şêniyan, diçin gundan.

‘Em alîkariyê belav dikin’

Meclisa Ciwanan a HDP’ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad, (TJA) ESP, Sendîkaya Kedkarên Giştî, (KESK) û xebatkarên kovana Jineolojiyê, li Elbistanê eşyayên ku tên li gel belav dikin. Jina bi navê Fatma Îzol diyar kir ku ji bo birînên gel bipêçin hatine Elbistanê û wiha got: “Niha em dikarin bibêjin ku nîvê Elbistanê xirab bûye. Em dibînin ku alîkariya dewletê gelek kêm e, xebatên lêgerînî nayên kirin. Em wekî koma koordînasyonê eşyayan li gel belav dikin. Em hewl didin xwe bigihîjînin hemû gundan û bi kesên pirsgêkên wan hene re eleqedar bibin.”

‘Me komîsyonên gund û taxan ava kir’

Fatma Îzol da zanîn ku AFAD li navçeyê alîkariyê nake û got ku gel li dijî komên rizgarkirinê û alîkariya ku tê navçeyê bi bertek e. Fatma Îzol wiha domand: “Niha li Elbistanê AFAD heye lê alîkariyek baş tune ye. mirov hem ji ber ku alîkarî dereng hatiye hem jî komên xebatê zû dest bi xebatê nekirine bi bertek in. Em niha li Mala Cemê bi gel re di nava piştgiriyê de ne. Li navendên din jî me depoyên alîkariyê ava kir. Malzemeyên di wan depoyan de em li gorî pêdiviyan belav dikin. Me komîsyonên tax û gundan ava kirine. Li gorî pirsgirêk û pêdiviyên li gundan em wesayîdan dişînin. Em sobe, zexîre, lihêf û betaniyeyan belav dikin.

‘Pêdivî bi mont, beqliyat û xwarina ji bo taştê heye’

Fatma Îzol diyar kir ku di veqetandina kincên kevin û yên din de zehmetiyan dikşînin û got: “Niha pêdiviya me bi xwarinên ji bo taştê, beqliyat, kincên binî yên jin û mêran heye.”