Ji Kongra Star bang: Em li dijî rejîma mele bi biryar bisekinin

Koordînasyona Kongra Star, biryara erê kirina cezayê darvekirinê ya li dijî Şerîfe Mihemedî şermezar kir û banga “Em li dijî pergala mêr-dewlet, li dijî zayendperestiyê, olperestiyê ne dikin ku li dijî van kiryarên rejîma mele bibiryar bisekinin” kir.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kongra Star, der barê biryara Dadgeha Bilind a Îranê ya erê kirina cezayê darvekirinê ya aktivîst û kedkara mafê jinan û karkeran Şerîfe Mihemedî de, daxuyaniyek nivîskî da.

Kongra Star, di daxuyaniya xwe de biryara rejîma Îranê ya li dijî Şerîfe Mihemedî şermezar kir û li dijî kiryarên rejîma Îranê banga li hemû rêxistinên jinan kir.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star wiha ye:

“Pergala zayendperest ê rejîma Îranê, di her tengasiya ku jiyan dike de serî li rêbazê zext, êşkence, darvekirinan dide. Ev pêkanîn li ser jinên berxwedêr zêdetir tê kirin. Jina berxwedêr Şerîfe Mihemedî jî yêk ji wan jinan e ku ji bo Îraneke demokratîk têkoşîn dikir. Lê belê rejîma Îranê tehemmula vê yekê nekir û 4’ê Kanûna 2023’an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve ji mala wê hate girtin û hate binçav kirin. Di 9’ê Hazîran 2024’an de rûniştina yêkemîn hate kirin û 4’ê Tîrmehê cezayê darvekirinê lê hate birîn. 

‘Rejîma Îranê têkoşîna jinan ji xwe re mîna êrîşek û gefek dibîne’

Pergala dagirker a Îran’ê îro cezayê darvekirinê YA Şerîfe Muhammedî erê kir. Em wek rêxistina Kongra Star, vê biryara rejîma dijminê jinê bi tundî şermezar dikin. Rejîma Îranê a molla, êrîşên herî mezin li ser jina serhildêr dike. Taybet jî piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ev êrîş hîn mezintir bûne. Ji ber ku jin di sala 2022’an de bi vê dirûşmeyê daketin qadan û têkoşîna azadiyê mezin kirin. Rejîma Îranê ev têkoşîna jinan ji xwe re mîna êrîşek û gefek dibîne. Ji ber wê jî hemû hêza xwe ji bo ku dengê jinê bifetisîne dişuxulîne. Lê siyaseta ku vê dawiyê li ser Îranê hatî pêkanîn jî, dide nîşandan ku ger rejîma Îranê demokrasiyê di hindirê xwe de pêkneyne û ger mafê jinan û gelan nasneke ew ê bi hilweşandinê re rû bi rû bimîne. Tişta ku wê rejîma molla ji hilweşandinê xelas bike, azadiya jin naskirin û esas girtina îradeya gelan e.

‘Têkoşîna jinan hîn mezintir û berfirehtir bûye’

Îro ev cezayê ku li ser Şerîfe Muhammedî hatî birîn, lewaziya rejîma Îranê dide xuyakirin. Rejîma Îranê di nava tengasiyeke mezin de ye û ji bo ku dengê cudahiyan qut bike serî li van rêbazan dide. Lê bila rejîma Îranê bizane ku tu caran dengê jinê ji aliyê tu desthilatan ve nehatiye qutkirin. Têkoşîna jinan hîn mezintir û berfirehtir bûye.

‘Em ê piştgiriya xwe ji bo jinên berxwedêr ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin’

Em wek Kongra Star em ê heta dawî li dijî van êrîşên li ser jinê bisekinin. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” îlhameke mezin daye me û li ser vê wateyê jî em ê piştgiriya xwe ji bo jinên berxwedêr ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mezin bikin. Li ser vê esasê em bang li hemû rêxistinên jinan ên ku dibêjin em li dijî pergala mêr-dewlet, li dijî zayendperestiyê, olperestiyê ne dikin ku li dijî van kiryarên rejîma molla bibiryar bisekinin. Em dengê xwe bigihijînin Girtîgeha Evîn, Qerçex, Lakan, Kehrizek û bi girtiyan re bibin yek.”