Ji Komeleya Dema Jinê rapora der barê jinên Kurd de

Komeleya Dema Jinê, der barê jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn de raporek amade kir û diyar kir ku ji sedî 28,5 dixwazin di makeqanûnê de xizmeta zimanê dayikê bê bicihkirin. Her wiha ji sedî 21,4 jin jî daxwaza personelên ku bi Kurdî dizanin kirin.

Stenbol- Komeleya Dema Jinê, rapora xwe ya "Xwegihandina mekanîzmayên serlêdan û şopandinê yên rêveberiyên herêmî yên bi zimanê dayikê, a jinên Kurd ên li Stenbolê dijîn" eşkera kir. Bi 75 jinên ku li navçeyên Sultanbeylî, Beygolu û Bagcilara Stenbolê dijîn re hevdîtin hat kirin û li ser vê yekê rapor hat amadekirin.

Rapora ku hat amadekirin diyarî Fatma Altinmakas a ku di 14'ê Tîrmeha 2020'an de li Milazgira Mûşê ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hatibû qetilkirin, hat kirin.

Daneyên xebat û tundiyê

Di raporê de hat diyarkirin ku dê li dijî polîtîkayên newekhevî û gotinên zayendperest têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin û wiha hat gotin: “Bi 75 jinan re hevdîtin pêk hat. Ji sedî 54,7 jin li derve kar nakin û tenê li mala xwe dixebitin. Jinan di hevdîtinan de diyar kirin ku di şert û mercên kar de newekhevî li hemberî jinan heye.

Ji sedî 42 jin ji rastî tundiya derûnî û ji sedî 30,40 jin rastî tundiya fizîkî tên. Herî zêde jî bi tundiya hevjînê xwe re rûbirû dimînin. Ji sedî 83,9 jin dema rastî tundiyê tên serî li saziyan didin. Ji sedî 16,1 jin jî serî li saziyan nadin. Ji ber ku baweriya xwe bi saziyan naynin.

Ji sedî 50 jinên ku bi Kurdî diaxivin rastî cudakariyê tên

Ji sedî 91 jin di mijara tundiyê de dixwazin xwedî agahiyê bin, ji sedî 54,7 jin jî dixwazin agahiyan, bi Kurdî hîn bibin. Jinan di raporê de da zanîn ku bi Kurdî bêtir jin dikarin xwe îfade bikin û biaxivin. Her wiha ji sedî 50 jin ji ber bi Kurdî diaxivin bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Ji sedî 28,5 jin dixwazin di makeqanûnê de xizmeta zimanê dayikê bê bicihkirin. Her wiha ji sedî 21,4 jin jî daxwaza personelên ku bi Kurdî dizanin kirin.”

Bi berpirsên beşên şaredariyan re hevdîtin hatin kirin

Her wiha ji bo amadekirina raporê jî li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Avcilarê û Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Beşîktaşê hevdîtin hatiye kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku li Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Şaredariya Avcilarê tercuman nîne lê personelên ku bi Kurdî diaxivin hene û bi vî rengî dikarin alîkarîyê bigrin.