Ji Kombûna Jinan a Zenûbiyayê kampanyayek nû

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi armanca pêşîgirtina qetilkirin jinan û zewaca zarokan, li Minbicê broşurên hişyarkirinê belav kir.

Navenda Nûçeyan – Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li Minbicê li dijî zewaca zarokan û qetilkirina jinan kampanyayeke hişyarkirinê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku wê 2 mehan berdewam bike de, li meydan û kolanên bajêr broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin.

Endama Meclisa Jinê ya Zenûbiyayê Sara Hibaq got: “Naverokê pêngavê pêşîlêgirtina zewaca zarokan û qetlîamên jinan e. Armanca me ew e ku li bejahiya bajêr jî tevgerê pêk bînin." Sara Hibaq da zanîn ku bi vê kampanyayê wan armanc kirine pêşî li zewaca zarokan bigrin ku ev yek pir zêde ye.