Ji Kobanê berteka li dijî êrişan: Li milekî erdhej, li milekî bombebaran
Jinên ji kantona Kobanê bertekên xwe nîşanî êrîş û bombebarana dewleta tirk a li ser herêma Firatê û bi taybetî Kobanê dan û gotin ku mirovahî ji bo qurbaniyên erdhejê ketine nava liv û tevgerê, dewleta tirk li herêma Firatê sûcên dijmirovî dike.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Piştî erdheja ku di 6'ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojava û Bakurê Sûriyeyê çêbû, dewleta tirk gelek êrîşê herêma Firatê kir. Tevî ku li Tirkiyeyê kareseteke mezin heye, erdhej ji mezintirîn erdhejên di sedsala 21'emîn de ye û di encamê de zêdetirî 30 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran di bin kavilan de ne jî, dewleta tirk kiryar û êrişên xwe yên li ser heremê berdewam dike.
Ji roja erdhejê heya niha êrîş ranewestiyane
Ji roja erdhejê ve heta niha dewleta tirk gelek caran gundewarên navçeya Eyn Îsa û riya M4 bi çekên giran bombebaran kiriye. Herî dawî jî di 12'ê Sibatê de balafirên bê mirov ên dewleta tirk wesayîdeke sivîlan di navbera gundê Minazê û Şêx Ebdal ên li Rojvayê Kobanê bombebaran kir ku di encamê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Hêjayî gotinê ye ku kantona Kobanê jî ziyanên mezin ji ber erdhejê dîtiye, bi dehan mal hilweşiyan û 3 welatî birîndar bûn.
Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Firatê, jinên ji kantona Kobanê bertekên xwe anîn ziman.
‘Em mexdûrên erdhejê û şehîdên bombebaranê bi hev re oxir dikin’
Nadiya Hiso bi hêrseke mezin helwesta xwe ya li dijî êrîşên dewleta tirk wiha bilêv kir: "Weke tê zanîn a niha mirovahî di karesteke xwezayî re derbas dibe ku 8 roj di ser erdhejê de derbas dibe û heta niha jî bi hezaran mirov hê jî di bin kavilan de ne. Du roj berê li Kobanê mirovekî ji aliyekî dewleta tirk ve hat qetilkirin. Em li aliyekî qurbaniyên erdhejê dispêrin axê û li aliyekî jî şehîdên bombebarana dewleta tirk oxir dikin. Di nava qiyameta heyî de dewleta tirk hê jî siyasta xwe ya qirkirina gelê Kurd berdewam dike. Ev çend roj in jiyan li ber çavên me tarî bûye ku em bi van kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gelek bi bandor bûn. Em wisa êşiyan ku derfet hebûya em ê jî biçûna ji bo me jî bikaribûya kevirek rakira. Em ji van polîtîkeyên dewleta tirk digîhîjin encamê, hikûmeta AKP'ê bi vê bûyerê kêfxweş e ku piraniya mexdûrên erdehê Kurd in. Ev yek di axaftina dayikan de jî xuya dibe ku dibêjin, herêmên Kurdan ji aliyê dewleta tirk ve tên paşguhkirin û ji bin kavilan nayên rizgarkirin."
‘Dewleta tirk xwezayê jî dagir kiriye’
Nadiya Hiso bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li hemberî xwezayê û wiha got: "Divê ku êdî mirovahî û bi taybetî jî malbatên qurbaniyan li hemberî kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin. Em weke Kurd ji aliyê dewleta tirk ve tên qetilkirin, hedefgirtin û me di bin kavilan de terkê mirinê dikin. Dewleta tirk heta xwezayê jî dagir kiriye. Bendava Ataturk ku para avê ya Sûriye û Iraqê tê de girtiye, yek ji sedemên pêkhatina erdhejê ye. Bi salan e dewleta tirk avê li ser me qut kiriye. Ew gihîştine asteke wisa hov ku pergala xwezayî jî li gorî berjewendiyên xwe diguherînin. Ji ber vê banga min ji gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re ew e ku hesab ji dewleta tirk bixwazin û êdî dawî li hişmendiya dewleta tirk a faşîst bînin."
‘Li şûna ku xizmeta hemwelatiyên xwe bike me bombebaran dike’
Temra Nesan da zanîn ku dewleta tirk mijara erdhejê jî veguherandiye siyasetê û wiha got: "Beriya ku erdhej çêbibe, dewleta tirk amadekariya êrîşeke bi armanca dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikir. Tevî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmarên bêdawî yên qurbanî û birîndarên erdhejê zêde ne jî dewleta tirk li şûna ku mirovan rizgar bike û derfetên jiyanê ji mexdûrên erdhejê re peyda bike bi balafirên bê mirov me bombebaran dike."
‘Mirovahî li derdora cihên erdhejê kom bûye lê dewleta tirk vê yekê binpê dike’
Litfiya Mehmûd jî bilêv kir ku dewleta tirk di hemû şert û mercan de projeya xwe ya dagirkeriyê berdewam dike û got: "Dewleta tirk heta niha jî li xwe venegeriyaye û kiyararên xwe yên li dijî mirovahiyê berdewam dike. Ew xwedî hişmendiyeke ewqas hov û terorê ne ku bi hezaran hemwelatiyên Tirkiye û yên Bakurê Kurdistanê jiyane xwe ji dest dane, bi hezaran di bin kavilan de ne û bi sedan zarok sêwî mane lê dewleta tirk projeyên xwe yên dagirkeriyê berdewam dike. Di demeke ku tevahî mirovahî ji bo mexdûrên erdhejê ketiye nava liv û tevgerê de, dewleta tirk pîvanên mirovî binpê dike. Cîhanê jî çavên xwe gelê Kurd re girtiye û rê li ber dewleta tirk vekiriye ku Kurd werin qirkirin. Heta di mirinê de jî cudakariyê dixin navberaa Kurd û pêkhateyên din.”